În , 7 Gulan 2021

Rêzenivîs

Pirsname – İlhami Sidar

Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ ) Peyva ku herî jê hezdikî? Îlhamî Sîdar:  “Pinpinik”   Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî  Îlhamî Sîdar:  “Hewlêr, ji Hozan Serhad”   Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye  Îlhamî Sîdar:  “Azadî”   Tu ji bo çi dijî? Îlhamî Sîdar:   “Ji bo pêkanîna heyîna xwe û mebesta jiyana xwe.”   …

Read More »

Pirsname – Fîkrî Amedî

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Fîkrî Amedî   1.Peyva ku herî jê hezdikî? Fîkrî Amedî: Azadî û aşîtî ye. Azadî ji bo milletek bindest ji nan şêrîntir, ji tavê xweşiktir e. Aşîtî jî, ji dayîkên ku bi hesreta zarokên xwe helaq bune re ji hêwayê elzemtir e. 2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Fîkrî Amedî: Memoyê Silo/ Emê Gozê, …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-8

a) Destan Ji bo forma destanê ‘beyt’ jî tê gotin. Serpêhatiyên dirêj, menzûm û epîk in. Bi giştî li ser evînên mezin, şer, qehremaniyên eşîran ên li hemberî hêzên derveyî û bûyerinên din in. Lê wekî ku di mînaka Zembîlfiroş de jî diyar dibe, serpêhatiyeke ku evîneke îlahî vedibêje jî dikare naveroka destanekê pêk bîne. Her beşeke destanan, bi rîtm …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-3

HIN TAYBETIYÊN MUZÎKA KURDÎ YA KEVNEŞOPÎ Heke em der barê muzîka kurdî de, behsa hin taybetiyên pir giştî yên ku lêkolîneran li serê li hev kirine bikin: ·           Bi esasî muzîka kurdî muzîka gelêrî û anonîm e. ·           Bestekara stranan (gelek caran) jinek e û pir kêm caran hestên dilxweşî/kêfê …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-11

Hevbandoriya muzîka kurdan a bi gelên din re Civaka kurd ligel ku pareke wê ya mezin ji mislimanên sunî pêk tê jî, cihû, xirîstiyan, êzîdî (nastûr û keldaniyên[1] li herêma Culemêrgê ku bûne sedemê hevbandoriyeke mezin), elewiyên kurd, kurdên ku bûne tirk û mezhebê din (qadirî, neqşebendî, Ehlê Heqparêz) jî digire nav xwe. Her wiha, di warê zimên de zaravayên …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-10

Kevneşopiya muzîka olî a) Qewlên êzîdiyan ·           Yên tenê xwe dispêrin gotinan û di forma lawjeyan de ne. ·           Bi awayê ku bi bilûr û erbaneyên tên gotin, dibin du beş. Di merasîmên olî yên êzîdiyan de, cihekî navendî û girîng yê muzîk û semayê heye. Kesên ku ji wan …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-9

Stranên kar û xebatê Stranên kar, ev stranên ku bi hev re, bi awayekî tomerî di dema xebata di nav bax, baxçe û zeviyan de têne gotin. Metnên stranên kar, ne hewce ye ku li ser behsa karê ku tê kirin, be. Di warê naverokê de, ji kîjan cureyê dibe bila bibe, hema çi metn dibe bila bibe, dikare wekî …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-7

HIN FORMÊN MUZÎKAL Li herêman bi binavkirinên cihê, formên muzîkal ên cur bi cur hene: Lawje (lawij, lawik) Hewayên serbest in ku rîtmeke wan a diyar nîn e. Dengbêj; lawjeyan jî destanan jî distrên. Lê lawje li gorî çîrok û destanan kurtir in. Bastûra wan a melodîkî diyar e. Di navê de qalibekî melodiyî, “dîsgotin” heye ku her digere. Lawje …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-5

Karapetê Xaço (1902-2005) Karapet, “dengbêjê çilekêş ê xeta Bişêrî-Qamişlo-Erîwanê” û îcraker û şopînerê kevneşopiya dengbêjiya Evdalê Zeynikê ye. Karapet wiha digot: “Xezîneya kurdan di berîka min de ye, eger ku ez dest bi gotina stranan bikim ne ku du sê roj, mehek têra min nake.” Tê texmînkirin ku di xezîneya Xaço de nêzikî hezar stranî hebûye. Taybetiyeke girîng a dengbêjan, …

Read More »

Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-6

RADYOYÊN BEXDA Û ERÎWANÊ Di salên 1950 û 1960’î de Radyoya Erîwanê ya li Ermenistanê (Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Ermenistanê) û Radyoya Bexdayê ya li Iraqê (Beşa Weşanên Kurdî ya Radyoya Iraqê) bi kurdî jî dest bi weşanên çandî kirin. Piştre radyoyên Urmiye, Kirmanşah û Tehranê jî dest bi weşana kurdî kirin. Di wan salan de, di pêşketina nasnameya …

Read More »