Agahî-Nûçe

Salvegera Damezirandina Çandnameyê

Pêşî bi çîroka destpêkê em dest pê bikin. *** 8 sal berê bû hevalê Firat got; “Ez dixwazim xizmetê bidim vî zimanî lê bi tena serê xwe nikarim. Divê tu alîkariyê bide min.” Ridwan got: “Ez li kesên xwedî dil û hiş digerim ku em bi hev re xizmetê bikin ger tu ji xwe bawer be kerem bike em dest …

Bêhtir »

Destpirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan”

Pirtûka bi navê “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” di bin banê Kovara Psychology Kurdî de bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Dr. jan Ilhan Kizilhan hat çapkirin. Amadekarên Destpîrtûkê Psîkiyatrîst Azad Dildar Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysi Çeri Pispora Xizmeta Civakî Gülperi Gündüz Derûnnas Rozerîn Yıldırım Psîkoterapîst û Trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad …

Bêhtir »

Li Şaxa Batmanê li Komeleya Nûbiharê Kursên Kurdî rûbirû§Online dest pê dike

Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê (Komeleya Nûbiharê) Şaxa Êlihê ku 14 sal in li Êlihê xebatên xwe yên perwerde û çandê yên di warê ziman û çandê de didomîne, îsal jî di çarçoveya atolyeyên ziman de dest bi kursên zimanê kurdî dike. Di daxuyaniya Komeleya Nûbiharê ya Şaxa Êlihê de; “Yên ku dixwazin qursên serhêl (online) û rû bi …

Bêhtir »

Şanoya Şaneşîn bende alîkariya we ye!

Li Mêrdînê Şaneşîn Performan sahneyeke alternatîf ava dike lê pêdiviya wan bi piştgirîya we heye. Bi kombine bilêtekê ji we alîkariyê dixwazin. Şaneşîn Performansê agahiyeke wiha belav kirin. Merheba şanohezên hêja, Ev du sal e em li Mêrdînê bi navê Şaneşîn Performansê xebatên çandî dikin. Niha jî em ji bo xebatên nû sahneyekê ava dikin û di meha cotmehê de …

Bêhtir »

Zanîngeha Artûklûyê îsal bende xwendekarên Kurdî (kurmancî/zazakî)ye

Li Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi zimanên Kurdî, Suryanî û Erebî master tê dayîn. Enstîtu îsal ji bo doktora û mastera Kurdî 128 xwendekaran werdigire. Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdînê Ahmet Kirkan li ser wergirtina xwendekarên doktora û mastera Kurdî got: “Em dê ji bo Kurdî di bêtezê de 90 kes, di bitezê de …

Bêhtir »

Banga Kovara Philosophiaê ji bo Hejmara Pêncan

Nivîskar, lêkolîner û felsefenasên hêja. Piştî weşandina hejmara çaran a Philosophiaê a niha jî wekî edîtorya û rêdaktorîya kovarê, em amadekarîya hejmara pêncan dikin. Berî her tiştî, em gelekî spasîya nivîskar, lêkolîner, akademîsyen û felsefenasên me ên kurîziman dikin ku bi gotar, nivîs û lêkolînên xwe, beşdarî xebatên me bûne û piştgirîyê dane me. Mala wan û xwendevanên kovarê her …

Bêhtir »

Civîna Kurmancî ya 69an li Duhokê Pêk Hat

Civîna Kurmancî ya 69an li Duhokê di 18ê hezîrana 2023an de bi beşdarîya Reşo Zîlan, Mahmûd Lewendî, Zinar Soran, Lezgînê Çalî, Newzad Hirorî, Rênas Avdel, Evîn Bagdu, Selam Nûman, Fazil Omer, Eyup Kiran û Îsmaîl Şahîn pêk hat. Çend endamên koma Kurmancîyê ji ber hinek sedemên taybetî nikarîbûn beşdarî civînê bibûna; çend kes jî ji ber meselên teknîkî bi derengî …

Bêhtir »

Diwana Dildar: ”Ey Reqîb” ji 80 rûpelan pêk tê û 1000 heb hatine çapkirin”

Dîwana şaîrê sirûda neteweyî ya Kurdistanê Yûnis Raûf (Dildar) a bi navê “Ey Reqîb” bi amadekariya Şiyar Şerîf Berazî ji Weşanên Avestayê bi alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî derket. Diwana Dildar “Ey Reqîb” ji 80 rûpelan pêk tê û 1000 heb hatine çapkirin. Ew pirtûk hemû helbestên Dildar li xwe digire. Amadekarê Dîwana Dildar “Ey Reqîb” Şiyar Şerîf Berazî …

Bêhtir »