Pirtûk Hezkirî
Xewna Pîrepindan

Xewna Pîrepindan

Avesta

₺ 200,00

Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir.

NivîskarŞêrzad Hesen
WergêrBesam Mistefa
Cih (cihê çapê)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (sala çapê)2011
Çap1
KaxizEnso Creamy, 60 gr.
EtîketBesam Mistefa, Şêrzad Hesen
KategorîRoman
Bikire

Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim… tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û şepêla xwîna te dikir.

Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît.

***

Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî û cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min dikir.

Navê pirtûkêXewna Pîrepindan
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel72
Mezinahî13 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786055585693
ISBN9786055585693