Pirtûk Hezkirî
Xewn û Xeyal

Xewn û Xeyal

Avesta

₺ 270,00

Jorge Luis Borges yek ji mezintirîn nivîskarên sedsala bîstan e. Kêm nivîskaran bi qandî wî bandor li edebiyata piştî xwe kir. Borges, her wiha, yek ji mezintirîn xwendevanên vê sedsala bihurî bû. Eşqa wî ya xwendinê û kitêban eger ji a nivîsandinê ne pirtir bû ne kêmtir bû.

NivîskarJorge Luis Borges
WergêrCiwanmerd Kulek
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2017
Çap1
EtîketBanê Gerdûn, Ciwanmerd Kulek, Jorge Luis Borges
KategorîUncategorized
Bikire

Jorge Luis Borges yek ji mezintirîn nivîskarên sedsala bîstan e. Kêm nivîskaran bi qandî wî bandor li edebiyata piştî xwe kir. Borges, her wiha, yek ji mezintirîn xwendevanên vê sedsala bihurî bû. Eşqa wî ya xwendinê û kitêban eger ji a nivîsandinê ne pirtir bû ne kêmtir bû. Azmûna wî ya dûdirêj a xwendinê, bê mibalexe, edebiyata berî xwe jî afirand, bi şiroveyeke xweser gelek nivîskar û metnên di qorziyan de derxistin, û bi tevn û rohniyeke nû vejandin. Wî gerdûn wek kitêbxaneyekê disêwirand, û di çîrok û meselên xwe de li pey avakirina gerdûn û cîhanên cihêreng bû. Bêguman berhemên wî yên mişt xeyal û afirînerî dê ji dinyayê ne temenkurttir bin. Me 14 çîrokên bijare ji berhema wî ya navdar Ficcionesê wergerandin û çîroka wî ya girîng Aleph jî tevlê kir û guldesteyek ji afirandina vî hostayê mezin bo xwendevanên kurdî amade kir. Vê wergera ku bi têbîniyên raveker û ferhengoke fireh hatiye zengînkirin, divê di kitêbxaneya her xwendevanî de hebe.

Navê pirtûkêXewn û Xeyal
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel168
Mezinahî13.5 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786059082976
ISBN9786059082976