Pirtûk Hezkirî

Helbestên Xaylaza Reşîd wekî kurtewêneyên ji xwezaya hatiye talankirin, ji gencîneya hatiye windakirin a çanda Kurdan, ji rengînî û zarşêrînîya zimanê malê ê ku bi salan hatiye qedexekirin, ji xewn û xeyalên hesretkêşên welêt ên li xerîb û xurbetê derbiderbûyî, ji dîroka dewlemend a dêran a axa Kurdistan û ji dilêşîya xwişk û bîrayên Kurd ên ku li çarhêla cîhanê bi bîrdankeke hevpar a neteweyî dijîn û ji hev belawela ne, derdikeve pêşberî xwendevên.

Xaylaza Reşîd bi dilovanîya dayîkeke pîrejin, geh Lalişê, geh Kobanîyê, geh Hewlêrê, geh Amedê û geh jî Êzdixanê berhemêz dike û hêvîya di dilê hemû Kurdên helbesthez de bi awayekî netewperwerane dixemilîne.

Xêlîya Spî a Xaylaza Reşîd, yek ji derbirîn, yek ji hêmasazî û yek ji derblêdana tenik û bandorkar a poetîkaya wê a helbestan e.  

Navê pirtûkêXÊLÎYA SPÎ
WeşanxaneLîs
CureHELBEST, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT, ŞİİR DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ, XAYLAZA REŞÎD
ISBN9786058140882