Romana “Wê Rojê” li ser du tevnan hatîye avakirin. Jîyana bajarê bin erdê û şerê xendekan û şikefta nav berfa çîyayan. Li Bajarê Axê dest pê dike roman û li çîyayê berfê didome. Roman tevna xwe li ser bûyerên rastîn ava kirîye. Lê di naveroka romanê de rastî û leylana jîyanê tevlihev bûne. Bêhna azadî û têkçûnê ji romanê difûre.
Îsmaîl Dîndar, di Wê Rojê de, bêyî ku bikeve nava qelebalixa vegotinên dûrûdirêj, bêyî ku xwendevan di nava agahîyên girîfdar de bifetisîne, bi şêwazeke sade û bi vegotineke sivik, lê derbdar, bala me dibe dide ser şerê xendekan.
