Pirtûk Hezkirî

Tu Li Ku Yî?, çûnekê vedibêje, çûneke wekî bi hezaran çûnan ku di vî sî salê dawîyê de hatiye jiyîn û bêşop, bêveger û bê ser û şûn e. Tu Li Ku Yî?, li şopekê an nîşanekê digere. Ev nîşan çend hestîyên tevî hestîyên çend kesên din ên di goreke komî de be jî pê tê ser. Tu Li Ku Yî? çûnan, Mesûtan, hêvî û sawa dilê dayik û bavan vedibêje.

Ahmet Bilge, di Tu Li Ku Yî? de, bi şêwazeke çîrokî bûyerên salên nodî, jîyana xwe û Mesût, a bi hev re, taybetmendîyên Mesût û çûna Mesût a bê veger vedibêje. Her çi qas hêvîya nivîskêr gelekî qels werin xuyê jî, lê ew ne reşbîn e. Her wiha hêvîyek an sawek jî heye di dilê wî de ku hetanî dawîya çîrokan her bi xwendevan re ye.

 

Navê pirtûkêTU LI KU YÎ
WeşanxaneLîs
CureAHMET BİLGE, Çîrok, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT, ÖYKÜ DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ
ISBN9786054497942