Pirtûk Hezkirî

Kovara Sûretgrafê bi hejmara xwe ya sêyan derket. Kovara ku mûhtevayeka fotografîk dihewîne li ser dosyeyên dokumanterî, belgeyî, portre, sirûṣtî û hemû qadên din ên fotografê disekine. Kovar li ser teknîk û xwendinên fotografîk, teorî û pratîka fotografê, fotoçîrok, fotohelbest, pirsên fotografîk û xwendinên pêşniyaz ên fotografiyê radiweste û di heman demê da han dide pêwendiyên xwe yên tebi’î ligel edebiyatê qut neke, pê ra jî bibe berdevkê dîtbariya kurdî û hilgirê hafizeyeka kolektîf.

Naveroka kovarê ji dosyeyên cihêreng pêk tê, vê hejmarê da fotografkar-nivîskarên wek Susan Meiselas, Adem Sönmez, Erdal Kınacı, Sarya Nurcan Kaya, Diljîn Felat, Rizgar Elegez, Colin Pantall jî di nav da gelek fotografkar û nivîskarên din jî bi dosyeyên xwe pişt dane naveroka hejmara sêyem.

Hêvî û baweriya me ew e ku em nezera we kom bikin û werin ser sifreya we ya edebî.

Bêsûret nemînin.

Navê pirtûkêSÛRETGRAF Hejmar:3
NivîskarSÛRETGRAF
WeşanxaneAvesta
CureKOVAR / DERGİ
ZimanKurdî - Kürtçe
Rûpel104
Ebat27,5x19,5
Sal2024
Cihê çapêBerdan Matbaası - İstanbul
Çap1
ISBN29799708--

SÛRETGRAF

Avesta