Pirtûk Hezkirî

tu stêrka nava sêvê

tu bêhna evîna şevê

tahma pincarên biharê

ku her kes pê nizane 

ka li kîjan quncikê deşt, gelî û newalan veşartiye.

Mem Bawer, di pirtûka xwe ya sêyem ya bi navê Stêrka Sêvê de, xwestîye ku xwendevan li hêmayên veşartî yên jîyana xwe bigerin. Pirtûk bi tarzeke cuda hatiye nivîsîn, navê helbestan tune ye, ya rastî navê helbestan jimar in. Rêzên her helbestê bi qasî hejmara wê ye. Helbest bi zimanekî sivik hatine nivîsîn. Pirtûk ji sî û şeş helbestan pêk tê. Helbesta 34’an dîyarî dayikên Robozikê kiriye. Helbestên pirtûkê li ser hêmayên evîn, serhildan, têkçûn, dê, bav, xweza û êşê hatine avakirin. 

Navê pirtûkêSTÊRKA SÊVÊ
WeşanxaneLîs
CureHELBEST, Kurdî, KÜRTÇE EDEBİYAT, MEM BAWER, ŞİİR DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ
ISBN9786256626010