Pirtûk Hezkirî

 

“Xwezî niha ez û tu

Em di 17 û 18 saliya xwe de bûna

Li pêş malan, li quncikên odekan

Dizên awirên hev du bûna

Li dawetan, li malikên dercîranan”

Jan Dêranê Dîgorî, ji “Tapê Qersê” dengê kilamên Serhedê, mîna Radyoya Êrîwanê tîne û digîhîne me di pirtûka xwe ya yekem Şev û Dengê de. Jan Dêran, bi helbestên xwe yên nûjen dinyayeke ronî ava kiriye.

Jan Dêran, di Şev û Dengê de, xwendevanên xwe ji nav tariya zinadanên ku îşkence lê tê kirin, rêwîtî, xerîbî û têkçûnan re derbas dike û heta hêvî û bendewariyên ronî tîne.

Navê pirtûkêŞEV Û DENG
WeşanxaneLîs
CureHELBEST, JAN DÊRAN, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT, ŞİİR DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ
ISBN9789756179697