Pirtûk Hezkirî
Serpêhatiyên Zana

Serpêhatiyên Zana

Avesta

₺ 300,00

Çar kitêbên Mele Xalitê Licî (Xalit Remo-Ayçiçek) ku bi awayekî manzûm û mensûr hatine nivîsandin, di navvê berhevokekê de cî digrin. Mele Xalit, ne tenê bi gotin û şêweya xwe behsa xwe û demeke dûr dike, lê behsa demeke di rihê me de rûniştî dike, her wiha rovî û heywanên din jî dide xeberdan û…

NivîskarMele Xalitê Licî
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2011
Çap1
EtîketMele Xalitê Licî, Serpêhatî
KategorîUncategorized
Bikire

Çar kitêbên Mele Xalitê Licî (Xalit Remo-Ayçiçek) ku bi awayekî manzûm û mensûr hatine nivîsandin, di navvê berhevokekê de cî digrin.

Mele Xalit, ne tenê bi gotin û şêweya xwe behsa xwe û demeke dûr dike, lê behsa demeke di rihê me de rûniştî dike, her wiha rovî û heywanên din jî dide xeberdan û rewşa me ya ziman û wêraniyê bi hostatiyeke mezin, bi helbestên qafiyekirî, bi ken û girî tîne ziman. Nivîskar bi awayekî gelekî mutewazi’ jî van gotinan li ser xwe dibêje:

“Ez di sala hezar û neh sed û sî û çaran de li qeza Licê, li Taxa Melan hatime dinê. Piştî temenê min giha heft salan, min dan berxwendina Erebî, heta ez bûm bîst salî min li gelek ciyan, li ba melan xwendegeh li gundan geh li Licê. Di sala hezar û neh sed û pêncî û çaran de çûm eskeriyê û di vegerê de çûm Licê û li gundekî bûm îmam heta hezar û neh sed û şêst û pêncan. Dû re min terka îmamiyê kir û ez hatim li Diyarbekrê dikanekê vekir û ez bûm saetçî. Ev bû çil û şeş sal ku ez vî karî dikim. Ez nebûm maldar û nebûm jar, şeş zarokên min hene û hemû jî zewicandî ne, bi kurtî ev e jiyana min.”

Navê pirtûkêSerpêhatiyên Zana
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel256
Mezinahî13.5 x 21.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786055585877
ISBN9786055585877