Pirtûk Hezkirî

Serhildana Mala Elîyê Ûnis, zor û zehmetîya nivîsîna romanên dîrokî ne ev e ku nivîskar dilsozê belgenameyên li ber destan an agahîyên arşîvkirî bimîne, zor û zehmetîya nivîsîna romanên dîrokî ev e ku nivîskar di nava belgename, agahîyên arşîvkirî, cih û cîgehên bûyerên dîrokî lê qewimî de karibe deng û sewta vebêjerê romanê bi dest bixe. Serhildana Mala Elîyê Ûnis, yek ji serhildanên nêzdîrokê a Kurdistanê ye ku bi rêya ruhdayîna deng û sewta nivîskar Mahmut Baksi wekî romaneke bi çîroka xwe qewîn, bi karakterên xwe dewlemend û bi honaksazîya xwe a şid li benda xwendevanên xwe ên dilsoz e.

“Teyr û tilûrên serê Mereto li ser hêlînên xwe diponijîn. Qûreqûr û qîreqîra wan bû. Çavê wan li Mala Elî bûn. Pir caran, pirî ku dihatin xezebê, çivîkên reben hêkên xwe qul dikirin û dixwarin. Nedixwestin zêde bibin.”  

Navê pirtûkêSERHILDANA MALA ELÎYÊ ÛNIS
WeşanxaneLîs
CureDİZİLER > PIRTÛKXANEYA EHMEDÊ XANÎ, EHMEDÊ XANÎ KİTAPLIĞI, Kurdî / Kürtçe, MAHMUT BAKSİ
ISBN9786059014984