Pirtûk Hezkirî
Rewşa Welêt

Rewşa Welêt

Avesta

₺ 240,00

Di stîl û mijara xwe de Bro Omerî weke helbestvanekî klasîk tevdigere, huner û perwerdebûnê bi hevdû re dihûne û li ber me datîne. Kerem bikin dibêje! Peyamên wîna carna dibin helbest, carna gotarên siyasî, carna dibin çîrok, carna dibin fabl, carna dibin qerf… Formên edebî li ba Bro Omerî ne yek…

NivîskarBro Omerî
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2013
Çap1
EtîketBro Omerî
KategorîUncategorized
Bikire

Di stîl û mijara xwe de Bro Omerî weke helbestvanekî klasîk tevdigere, huner û perwerdebûnê bi hevdû re dihûne û li ber me datîne. Kerem bikin dibêje! Peyamên wîna carna dibin helbest, carna gotarên siyasî, carna dibin çîrok, carna dibin fabl, carna dibin qerf… Formên edebî li ba Bro Omerî ne yek tenê ye. Ew di xebatên xwe de formên cûrbecûr bikartine. Form çiqasî ji bona wîna girîng be jî, form hergav di xizmeta peyamê de ye. Li gora peyama xwe ew formeke edebî hildibijêre, zanebûna xwendevan li ber çavan digire û dixwaze bi riyeke safî peyama xwe pêşkêş bike. Gava ku di helbestên li ser Eliyê Seroxan, Kerîmê Eliyê Remo, Bekir Axayê Omerî de gotinên hunerî tên gotin, weke bûyer ew hemû rast in. Huner û rastî hevdû timam dikin. Di bingehê xwe de ew bûyer baş tenê zanîn. Ji bûyerên sosyal nivîskar helbestên hunerî dirêse. Bro Omerî serpêhatiya wan mirovên balkêş kiriyê helbest û bi zimanekî dewlemend, bi zimanekî biherk ev rastî pêşkêşî xwendevanan kirine. Stîla Bro di her mijarê de wilo pêş de diçe. Helbest û nivîsandinên Bro Omerî rewşa welat rapor dike, gilî û gazinan dike û halê kurdan radixe ber çavan…

Navê pirtûkêRewşa Welêt
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel144
Mezinahî13.5 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786055279493
ISBN9786055279493