Ev kurteçîrokên Eta Nehayî wek nimûneyên edebiyata neteweyî ji hest û ruhê civaka
kurdan derketine. Him wekî hest him jî karekterên civakî ew hemû şayîş, fikar û
şikestinên însanî dihewînin. Tevî wê, meriv dikare wekî tesîr di hin çîrokan de behsa
Edgar Allan Poe bike. Ew derûna bi şik û qilqilîn ya di hundirê karakter yan vegêr de,
xasma ew tesîra çav û dengê hundirîn ku Poe vana her vedikole, evana di çîrokên
Nehayî de jî tesîrdar in. Helbet her xwendin vedîtinek e di edebiyatê de.
Lê belê mînakên der barê derûna nivîskariyê û afirandinê jî hene ku di edebiyata cihanê
de jî bûye ciyê serêşiyê. Wekî "Mirina Nivîskar" yan "Monodramaya Çavnihêriyê" ev
nimûne dubendiya jiyana hunerî û nivîskariyê bi awayekî teatral jî tên xwendin.
Li gel van, Eta Nehayî di edebiyata xwe de dibe dengê yên "bêzar" û nasnameya kesên
"madûn".

Qêrînek di Gewriya Şevê de
₺ 200,00
Ev kurteçîrokên Eta Nehayî wek nimûneyên edebiyata neteweyî ji hest û ruhê civaka kurdan derketine. Him wekî hest him jî karekterên civakî ew hemû şayîş, fikar û şikestinên însanî dihewînin. Tevî wê, meriv dikare wekî tesîr di hin çîrokan de behsa Edgar Allan Poe bike.
| Nivîskar | Eta Nehayî |
|---|---|
| Wergêr | Rizgar Elegez |
| Cih (basım yeri) | Berdan Matbaası, İstanbul |
| Sal (basım yılı) | 2024 |
| Çap (baskı) | 1 |
| Rûpel (sayfa sayısı) | 104 |
| Satın alma bağlantısı | https://www.avestakitap.com/qerinek-di-gewriya-seve-de |
| Etîket | Eta Nehayî, Rizgar Elegez |
| Kategorî | Çîrok |