Pirtûk Hezkirî

“Deng

Deng olanê dide

Di tenêtîyeke tenha de

Sîya bihara zû

Di awirên te de

Ava dibe”

Di vê berhema bi navê Qeraxên Sîya Hêvîyên Har a Azad Dilwar de, xwîner rastî helbestên xwedan naverokên têvel tê û ev naverokên navhatî wan peywendîyên taybet ên di navbera mirovan û xwezayê, azadîyê, welêt û bindestîyê, çarenûsa qirêj a bindestan, xeyalên şikestî û hêvîyê, dilşadîyê û bêrîya bo dem û cîyên xweşhalîyê û nexweşhalîyê de bi xwe ve digirin.

Qeraxên Sîya Hêvîyên Har bi dengekî nerm û aram berê xwe dide xwînerên Kurmancîyê.

Navê pirtûkêQERAXÊN SÎYA HÊVÎYEN HAR
WeşanxaneLîs
CureAZAD DILWAR, HELBEST, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT, ŞİİR DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ
ISBN9786059295871