Pirtûk Hezkirî
Piçek Jiyan, Qetek Asîman

Piçek Jiyan, Qetek Asîman

Avesta

₺ 320,00

Di “Piçek Jiyan, Qetek Asiman” de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe.

NivîskarFawaz Husên
Cih (cihê çapê)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (sala çapê)2014
Çap1
KaxizEnso Creamy, 60 gr.
EtîketFawaz Husên
KategorîRoman
Bikire

Di “Piçek Jiyan, Qetek Asiman” de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike.

Ji mêj ve, bajar ji kurê xwe nîşanek spasguzariyê dixwest. Bi vê berhemê, Fawaz Husên eşkere dike ku nan û xwêya wî ne li ser çokên wî ne. Ew Amûdnameyê dinivîsê û bajarê xwe dike navnîşana bengîniyê û cih û warê birîn û hêviyê. Gotinek pêşiyan dibêje “Tiştê çû, mede dû”, lê Fawaz Husên berevajoyî wê dike, dibêje “Tiştê çû, bide dû” û piştî ewçend sal, li Amûdê vedigere. Ew li Amûdê, toza wê, sînemaya şewitî, çemê miçiqî, pêwendiyên di navbera mesîhî, êzdî û misilmanan de, hevpeyvînên kelîseyan bi mizgeftan re, ew li hemûyan dizîvire, wan zinde dike û vedijîne.

“Piçek Jiyan, Qetek Asiman” nameyek evînê ji bo axa welatekî windabûyî ye. Ew li ser demên buhurî û dewranên ku tucarî nema vedigerin nimêjek e.

Navê pirtûkêPiçek Jiyan, Qetek Asîman
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel264
Mezinahî13 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786055279783
ISBN9786055279783