Pirtûk Hezkirî
Peyvên Biçûk

Peyvên Biçûk

Avesta

₺ 230,00

VII. Li ha, xwîna ardû, esmanê qehweyî, Li ha, çirrçirrkê ku aramiyê nema dibexişîne, Li ha, kozikên germ ên hêlayî, û tepbûyî, Li ha, karçînên ji şexteya Nînsûnê filitî, lê niha li ber sotikan dihelisin, Li ha, geliyên ku neşên hirçê bêayîk star bikin, Li ha…

NivîskarKawa Nemir
Cih (basım yeri)İstanbul
Sal (basım yılı)2021
Rûpel (sayfa sayısı)112
Ebat13 x 19.5 cm
Kaxiz (kâğıt)Enso Creamy, 60 gr.
Berg (cilt)Karton Kapak
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/peyven-bicuk
EtîketKawa Nemir
KategorîHelbest
Bikire

VII.

Li ha, xwîna ardû, esmanê qehweyî,

Li ha, çirrçirrkê ku aramiyê nema dibexişîne,

Li ha, kozikên germ ên hêlayî, û tepbûyî,

Li ha, karçînên ji şexteya Nînsûnê filitî,

lê niha li ber sotikan dihelisin,

Li ha, geliyên ku neşên hirçê bêayîk star bikin,

Li ha, hespê dêlqamçî, ew bedewê dîrokê,

Yê ku sikeya xwe rakiriye ji navika mêrga

li biniya daristanê

Û bi xwe re dikişîne cendekê teqîna bêsewt.

Li ber vê şingeşinga şût rût û zer,

Miriyên min ên veneşartî pixî min dikin

Li biniya zinarên ku ‘ewran didine ber meqesê.

Elî, Elî, lema sebextanî?

Navê pirtûkêPeyvên Biçûk
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786257253512
ISBN9786257253512