Firat Cewerî Di sala 1994an de ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û bi hevkariya yekîtiyên nivîskarên gelek welatan, ji bo çarsed nivîskarên ji sih welatên cihê, bi keştiyekê rêwîtiyeke Deryaya Reş li dar ketibû. Firat Cewerî jî, bi herdu nivîskarên kurd; Mehmed Uzun û Ordîxanê Celîl, beşdarî vê rêwîtiyê bûbû. Herweha digel gelek nivîskarên dinyayê ên navdar, tibabek nivîskarên tirk ên mîna Orhan Pamuk, Can Yücel, Mario Levi, Vedat Türkali, Arif Damar, Bekir Yıldız û hwd. jî di rêwîtiyê de cih girtibûn. Cewerî, ev rêwîtiya ku di dîroka edebiyata dinyayê de cihekî taybetî digire, roj bi roj li qelemê daye, digel seredan û dîroka welatên Deryaya Reş, fikir û ramanên nivîskaran, sohbet û gotûbêjên rêwîtiyê û rewşa siyasî ya wê demê bi gernameyeke di tama romanê de gihandiye me…

Pêlên Deryaya Reş
₺ 210,00
Firat Cewerî Di sala 1994an de ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û bi hevkariya yekîtiyên nivîskarên gelek welatan, ji bo çarsed nivîskarên ji sih welatên cihê, bi keştiyekê rêwîtiyeke Deryaya Reş li dar ketibû.
| Nivîskar | Firat Cewerî |
|---|---|
| Cih (cihê çapê) | İstanbul |
| Sal (sala çapê) | 2015 |
| Çap | 2 |
| Etîket | Firat Cewerî, Rêwîtî |
| Kategorî | Uncategorized |