Pirtûk Hezkirî
Newayên Mutrib Û Çengên Kurdan

Newayên Mutrib Û Çengên Kurdan

Ebdulkerîm Surûş Nûbihar Yayınları

₺ 350,00

Newayên Mutrib û Çengên KurdanArmanca vê kitêbê beyankirina beşek ji nêrînên etnolojiyê-gelnasiyê û nîşandana çanda gelêrî li pişka stran û awazên Kurdî, danasîna alav û amûrên muzîkê û danasîna hinek hunermendên navdar e. Armanceke wê ya din jî nasandina beşên curbicur ên stran û awazên Kurdî ye.Rengînî û dewlemendiya folklora Kurdî, ji mêj va bala gelek rojhilatnas û Kurdnasan kişandiye. Çimkî tu çi bixwazî, di nava evê gencîneya bêhempa da heye. Beşeke girîng ji vê gencîneyê edebiyata devkî ye. Edebiyata devkî jî ji hêman û berhemên curbicur pêk tê. Berhemên evê edebiyatê jî ne malê nivîskarekî ne ; ew malê tevahiya gel in. Ji edebiyata devkî ya Kurdî pişka ku naveroka wê ji hêla dîrokî va herî xurt, pişka stran û awazê ye. Ev pişk di çanda Kurdî da pir dewlemend bûye, pêşda çûye, berfireh bûye û hema mirov çi bixwaze, dikare di nava wê da bibîne.

KategorîFolklor
Bikire

Navê pirtûkêNewayên Mutrib Û Çengên Kurdan
NivîskarEbdulkerîm Surûş
WeşanxaneNûbihar Yayınları
Rûpel296
ISBN9786257383479

Nûbihar Yayınları