Pirtûk Hezkirî
Neteweperweriya Feminîst

Neteweperweriya Feminîst

Avesta

₺ 420,00

"Ev nêrîna ku feminîzmê (mafên jinan ên wekhev) bi neteweperweriyê ve (yekpareyiya axê, serxwebûna siyasî, serwerî) girê dide dîrokek wê ya girîng heye.

NivîskarLois A. West
WergêrFahriye Adsay
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2021
KaxizEnso Creamy 60 gr.
EtîketFahriye Adsay, Lois A. West
KategorîRoman
Bikire

“Ev nêrîna ku feminîzmê (mafên jinan ên wekhev) bi neteweperweriyê ve (yekpareyiya axê, serxwebûna siyasî, serwerî) girê dide dîrokek wê ya girîng heye. Di deh salên dawî de jinên çalakger li temama cîhanê li dora meseleyên jinan û neteweperweriyê bi rêxistin dibin -car bi car bêdeng parastina bêşîdetiyê dikin û ji bo mafên welatîbûna jinan dixebitin, car bi car jî di bin şertên dagirkeriyê de tevkariya tevgerên gêrîlayî yên çekdar dikin. Delîlên di vê antolojiyê de wê nîşan bidin ku jin rêxistinên tevgerên civakî ava dikin û bi çalakî û hewldanên xwe yên cûr bi cûr di torên navneteweyî yên ‘piştgirîdan’ê de dixebitin. Yek ji bandorên van hewldanan jinûvesazkirina peyvên kevn e -feminîzm û neteweperwerî- di peywendên nû de.”

“Ev pirtûk teşebiseke destpêkê ye da ku neteweperweriya feminîst ji nû ve bi têgîn bike ber bi teoriyeke feminîst a neteweperweriyan û dewletan bi nêrîneke eklektîk a sedsala bîst-û-yekemîn. Her beşekî pirtûkê li ser têkoşînên neteweperweriya feminîst ên hemdem ên dehsalên borî hûr dibe, bi fehmeke ku mafên jinan ên niha xwedî dîrok in ku xwedî rola emsalên tevgerên niha ne.”

Navê pirtûkêNeteweperweriya Feminîst
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel336
Mezinahî21,5 x 13, 5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786257253277
ISBN9786257253277