Pirtûk Hezkirî
Li Xurbetê

Li Xurbetê

Avesta

₺ 250,00

Ez im generalê payîzê Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nermeba ye Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî Ez im generalê payîzê Payîz bêyî min sêwî ye Ez bûm min got belê meytê siya kesk e Pelê weşiyayî koçkirî Bi tenê ez im ku di mihraba…

NivîskarMihemed Omer Osman
WergêrOsman Mehmed
Cih (cihê çapê)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (sala çapê)2013
Çap1
KaxizEnso Creamy, 60 gr.
EtîketMihemed Omer Osman, Osman Mehmed
KategorîHelbest
Bikire

Ez im generalê payîzê

Şifqeya li serê min ewr e

Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî

Sakoyê li min nermeba ye

Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî

Ez im generalê payîzê

Payîz bêyî min sêwî ye

Ez bûm min got belê meytê siya kesk e

Pelê weşiyayî koçkirî

Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de

Ji bo giyanê zindî yê pelan

Nimêja şehîdan dikim Navê wê nakim nimêja miriyan…

Şêrzad Hesen, Bextiyar Elî, Letîf Helmet û Şêrko Bêkes bo WÎ dibêjin:

“Xwezî cur’et û derfeta min hebûya li ser vê dîwanê binivîsim bêyî ku ez zilmê lê bikim.”

Şêrzad Hesen

“Ew qesîdeyek e û pêwîstiya wî bi tefsîrê heye. Ne mumkin e ligel tu kêliyeke şi’rî, ligel dîtina her ciwaniyê min ew neanîbe bîra xwe.”

Bextiyar Elî

“Ev şa’ir di bingehê xwe de endazyar nebûye û ne endazyar e; lêbelê ew ê bala xwe bide wan apartmanan ku li her du aliyên ca’deyên li xurbetê çêkirine, wê şaş bimîne ji wê endazekariya ku wî ruhê dûkelî encam daye.”

Letîf Helmet

Em di vê dîwanê de şa’irekî dibînin ku naşibe hevalên xwe yên şa’ir ên wê serdemê. Welatekî dî yê şi’rê ji xwe re peyda kiriye. Ev dîwan yek ji haveynên şi’rê ye. Pirrbêjî û quflên destkird û lîstikên xerab ji bêjeyên wê dûr in. Muzîka şi’rê baskê hilfirîna şi’rê ne.”

Şêrko Bêkes

Navê pirtûkêLi Xurbetê
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel160
Mezinahî13.5 x 21.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786055279646
ISBN9786055279646