Pirtûk Hezkirî
Li Mala Mîr

Li Mala Mîr

Avesta

₺ 210,00

“Firat Cewerî: Gelo miletên bindest bi çi awayî dikarin heyîna xwe ji serdestên xwe biparêzin? Mîr Celadet Alî Bedirxan: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin. - Çi ne ew herdu çek? - Ol yek, ziman dido.

NivîskarFirat Cewerî
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2015
Çap4
EtîketBîranîn, Firat Cewerî
KategorîUncategorized
Bikire

“Firat Cewerî: Gelo miletên bindest bi çi awayî dikarin heyîna xwe ji serdestên xwe biparêzin? Mîr Celadet Alî Bedirxan: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin.

– Çi ne ew herdu çek?

– Ol yek, ziman dido.

– Baş e, mamoste, heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê divê miletê bindest kîjan çekê li hemberî serdestên xwe bi kar bîne da ku bikaribe heyîna xwe biparêze?

– Heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e…”

Di salên nodî de, Firat Cewerî bi riya kovara Nûdemê û bi jinûveweşandina kovara Hawarê, rewşenbîrê me yê bêhempa Celadet Alî Bedirxan ku di sînorê jibîrkirinê de bû, dîsa derxist, gihand nifşê me û aktuel kir. Cewerî, di vê kitêba ku bi forma romaneke modern de hatiye hûnandin, li mala Rewşen Xanimê dibe mêvan û bi Mîr Celadet Alî Bedirxan re dikeve diyalogeke kûr û piralî. Di siya xewn û rastiyê de, portreyekî Mîr Celadet Alî Bedirxan yê ji dîroka sedsalane hêdî hêdî zelal dibe û tahmeke edebî ya xweş li dû xwe dihêle.

Navê pirtûkêLi Mala Mîr
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel126
Mezinahî12.5 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786059082419
ISBN9786059082419