Pirtûk Hezkirî
Li Çiyayên Andê

Li Çiyayên Andê

Avesta

₺ 380,00

Çawîş Lituma, fermandarê qereqola Naccosê, ligel tekane eskerê qereqolê, yawerê wî Tomás Carreño, şopa sê kesan digerîne ku li pey hev li vî gundê dûrîdest ê li çiyayên Andê wenda dibin.

NivîskarMario Vargas Llosa
WergêrCiwanmerd Kulek
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2016
Çap1
EtîketBanê Gerdûn, Ciwanmerd Kulek, Mario Vargas Llosa
KategorîUncategorized
Bikire

Çawîş Lituma, fermandarê qereqola Naccosê, ligel tekane eskerê qereqolê, yawerê wî Tomás Carreño, şopa sê kesan digerîne ku li pey hev li vî gundê dûrîdest ê li çiyayên Andê wenda dibin. Serpêhatiya evîna esker Tomás a bi Mercedesê re şevên wan ên tenha dadigire, çîroka êş û kula dilekî birîndar wan bi hevaltiyeke henûn bi hev ve girê dide. Dema bi hev re meseleya windayiyan dikolin, li aliyekî tundûtûjiya bê hed û hesab a şervanên maoîst ên Rêya Ronî, li aliyekî jî bawerî û xurafeyên kevnar ên gelê navçeyê li ber çavan tê raxistin. Roman rûpelekî ji dîroka Perûyê, ligel mîtolojiya qewmên wê yên binecih, bi hostehiyeke bilind vedibêje û mirov matmayî dihêle bi vegotina xwe ya ku serpêhatiyên xerîb, seyr û sawnak mîna ku gelekî nas û nêzîkî me bin nîşan dide. Vê berhema girîng a Mario Vargas Llosa, yek ji nivîskarên herî mezin ên edebiyata Emerîkaya Latîn, ji alî Ciwanmerd Kulek ve ji zimanê wê yê resen bo Kurdî hat wergerandin û ferhengokeke bo manekirina peyvên taybet ên di zimanê yekemîn de û hin peyvên pêwîst ên di Kurdî de lê hate zêdekirin.

“Ez gelekî heyran û hijmetkar im li hember milletê Kurd û dîroka wan a dilsoj.

Ez dixwazim bi van rêzikan, ligel daxwazên xwe ên herî mezin ên bo serkeftina vî milletî, silaveke ji dil û can bişînim bo xwendevanên xwe ên di vî zimanî de.”

Mario Vargas Llosa

Madrid, Kanûna Pêşî a 2015an

Navê pirtûkêLi Çiyayên Andê
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel304
Mezinahî13.5 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786059082518
ISBN9786059082518