“Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û dibirim. Ez carina ji xwe, ji rastiya xwe, ji serborî û bîranînên xwe bi dûr diketim û tenê dema niha dijiyam; carina jî min digot tep û ez li erdê diketim û bi hemû rastiyên xwe dihesiyam. Ev çi bû ya ku hatibû serê min?” Romana Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim ku di çapemeniya Kurdî û tirkî de dengekî bilind vedabû û bal kişandibû ser birîneke me ya kûr, vê carê derbasî Lehiyê dibe. Lehî wek dewama Ez ê yekî bikujim bi serpêhatiya hersê karakterên sereke; Dîana, Temo û Nivîskar dewam dike. Temo kî kuşt? Çi bi Dîanayê hat? Nivîskar di rewşeke çawa de vedigevize? Kî û çi bûye sebeba trajediya jiyana van lehengan? Cewerî bi hostetî dadikeve kûraniya ruhiyeta karakterên xwe, bêyî ku alî bigire, balê dikişîne.

Lehî
₺ 290,00
“Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û dibirim. Ez carina ji xwe, ji rastiya xwe, ji serborî û bîranînên xwe bi dûr diketim û tenê dema niha dijiyam; carina jî min digot tep û ez li erdê diketim û bi hemû…
| Nivîskar | Firat Cewerî |
|---|---|
| Cih (cihê çapê) | İstanbul |
| Sal (sala çapê) | 2014 |
| Çap | 3 |
| Etîket | Firat Cewerî |
| Kategorî | Roman |