Pirtûk Hezkirî

Lehengekî Tazî, çîroka kurdekî êzidî yê bi navê “Keleşê Reş” e. Piçûkanîya Keleş li ber destê dêya wî Xatûnê bi perîşanî derbas dibe. Keleş jî zirz û dizek mezin dibe û dibe endamekî Artêşa Osmaniyan.

Roman, jiyan û rewşa wê serdemê xweş diyar dike, xew û xwarina serbazan, şer û cengên Osmaniyan li dijî “gawiran”, nêrîna misilmanan li kesên nemisilman û her wiha çîroka evîna Keleşê êzidî û Perîxana keça paşayê wî.

Mijara romanê nû ye, lewra derfetekê dide xwîneran ku bibînin û bizanin ka wan giyanên perîşan çawa jiyana xwe di wan rojên reş de diborand û dihêle xwîner bûyerên wê çaxa dîrokî -dema bi awayekî nedîrokî rû didin- bibînin.

Navê pirtûkêLEHENGÊ TAZÎ
WeşanxaneLîs
CureKurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT, NEWAF MÎRO, ROMAN DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ
ISBN9786057535115