Ev kitêb komek pirs in ku bi nivîskî ji ustad diktor Muhsin Mihemed Huseyn hatine pirsîn. Ew yek ji nivîskarên akademîk ên navdar e li Kurdistanê û di vê biwarê de hejmarek berhemên wî jî hene. Naveroka vê diyalogê ya sereke derbarê xemsariya Selaheddîn ji bo avakirina dewleteke kurdî û xizmetnekirina wî ji gelê xwe re ye.
Ji ber ku kesên mîna Ustad, Selahedîn diparêzin û hemî helwestên wî jî rast didêrînin kêm in, me ev diyalog pê re çêkir. Çawa ku ew jî hemî pirs û nêrînên me yên li ser Selaheddîn bersiv dide û li me vedigerîne ku ev jî mafê wî ye. Bêguman em jî Selahedîn fehm dikin û rûmetê jî didinê, lê em weha dibînin ku her bûyereke tarîxî mafê xwe yê lêvegerîn û nirxandinê heye.
Jixwe li ser bûyeran bi her nifşekî nû re nêrîneke nû jî derdikeve holê, lê ev nayê wê maneyê ku nirxandina Selaheddîn û periyoda wî li gorî pîvanên îro bê kirin. Lê belkî divê nirxandina hertiştî li gorî pîvanên serdema wî be, çunkî ne dadwerî ye ku bûyer ji cih û rewşa xwe ya tê de bê derxistin. Lê ev nayê maneya ku hinek xalên tê de nayên rexnekirin û hertiştê ku qewimiye jî rast bê dîtin.
Bedran Ehmed Hebîb

Kurd û Selaheddîn - Gelo em ji Selaheddîn an jî ji xwe hesab bixwazin? Daxwaza bersivê piştî heştsed salî ji fermandarekî
₺ 240,00
Ev kitêb komek pirs in ku bi nivîskî ji ustad diktor Muhsin Mihemed Huseyn hatine pirsîn. Ew yek ji nivîskarên akademîk ên navdar e li Kurdistanê û di vê biwarê de hejmarek berhemên wî jî hene.
| Nivîskar | Muhsin Mihemed Hiseyn, Bedran Ehmed Hebîb |
|---|---|
| Wergêr | Emin Narozî |
| Cih (basım yeri) | Berdan Matbaası, İstanbul |
| Sal (basım yılı) | 2025 |
| Çap (baskı) | 1 |
| Rûpel (sayfa sayısı) | 128 |
| Ebat | 13.5 x 21.5 cm |
| Satın alma bağlantısı | https://www.avestakitap.com/kurd-u-selaheddin |
| Etîket | Bedran Ehmed Hebîb, Emin Narozî, Muhsin Mihemed Hiseyn, Selahaddin |
| Kategorî | Uncategorized |