Pirtûk Hezkirî
Kulîlkên Ezêb

Kulîlkên Ezêb

Avesta

₺ 600,00

Hemû berhemên menzûm ên Kamiran Alî Bedirxan di kitêbekê de kom bûn. Berhema bi navê “Kulîlkên Ezêb” ji 9 beşan (kitêban) pêk tê. Di destpêkê de wergera bîranînên Bedirxan heye ku di sala 1953yan de ji Thomas Bois re behs kiribû.

NivîskarKamiran Alî Bedirxan
Cih (basım yeri)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (basım yılı)2025
Çap (baskı)1
Rûpel (sayfa sayısı)496
Ebat13.5 x 21.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/kulilken-ezeb-1
EtîketKamiran Alî Bedirxan, Kamıran Alî Bedırxan Bütün Eserleri
KategorîHelbest
Bikire

Hemû berhemên menzûm ên Kamiran Alî Bedirxan di kitêbekê de kom bûn. Berhema bi navê “Kulîlkên Ezêb” ji 9 beşan (kitêban) pêk tê. Di destpêkê de wergera bîranînên Bedirxan heye ku di sala 1953yan de ji Thomas Bois re behs kiribû. “Dilên kurên min”, “Kulîlkên ezêb” û “Çarînên Xeyam” berê wekî kitêb çap bûbûn.
“Strana kurdî”, “Stranwarî”, “Dûrik” û “Qewl û ayîn” helbestên menzûm ên gelêrî ne ku di kovarên “Hawar”, “Ronahî”, “Roja Nû” û “Stêr” hatine çapkirin. Yên “Roja Nû” jî berî niha wek 3 cildan hatibûn çapkirin.
“Destnivîs” jî deftereke piçûk e ku ji 52 rûpelên yek alî pêk tê. Destnivîsên Kamiran Alî Bedirxan in û ji nivîsan xuya dibe ku di salên navbera 1931-34an de hatiye nivîsandin. Di pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye ev destnivîs, lê cara yekem e ku tê weşandin.
Çapa taybet (bi cild û şomîz) a berhemê jî derdikeve.

Kulîlkên Ezêb
Hemû Berhemên Menzûm
DESTPÊK (BÎRANÎN)
DILÊ KURÊN MIN
KÛLÎLKÊN EZÊB
STRANA KURDÎ
STRANWARÎ
DÛRIK
QEWIL Û AYÎN
DESTNIVÎS
ÇARÎNÊN XEYAM

Navê pirtûkêKulîlkên Ezêb
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786258383119
ISBN9786258383119