Pirtûk Hezkirî
Koronatopia

Koronatopia

Avesta

₺ 290,00

“ Me careke din dît ku mal/war/welat cihê mêvanperweriyê nîn in. Gava karesatek çêbû, her kes xwe dide paş û vedigere malên/warên/welatên xwe. Tu kes nabe cîranê hev. Piştî şerên sedsala 20emîn, wateya malê (war û welat) êdî nemaye.

NivîskarAdem Warnas
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2021
KaxizEnso Creamy 60 gr.
EtîketAdem Warnas
KategorîRoman
Bikire

“Me careke din dît ku mal/war/welat cihê mêvanperweriyê nîn in. Gava karesatek çêbû, her kes xwe dide paş û vedigere malên/warên/welatên xwe. Tu kes nabe cîranê hev. Piştî şerên sedsala 20emîn, wateya malê (war û welat) êdî nemaye. Rojên karantînayê jî ev xale çêtir hate têgihiştin ku tu kes “mal” êdî wekî cihekî nasyar nabîne. Rêya vê dizanin bes li ser vê tu tiştî hîs nakin. Lewma nizanin dê çawa di nava malê de jiyaneke nû careke din ava bikin.”

Ev kitêba ji çendîn gotarên fikrî pêk hatî, di ser koronavîrusê re berê xwe dide têgihên wekî grotesk, kozmopolîtîzm, mêvanperwerî, conatus, panoptîkon, Lîvyatan, bergiriya komî, biyodesthilatî, biyopolîtîka, khronos, kairos, khora, flaneur, thanatos, eros, pharmakon, rhizome, pedagojî û kollapsolojiyê û ji gelek aliyan ve li vê arîşeya heyî hûr dibe. Ne tenê metneke felsefî ye, her weha bi xwendin û nerînên cuda yên sînema, edebiyat, zimannasî (zimanbazî!), siyaset û jiyana me ya rojane re me vedixwîne danûstandineke nav-dîsîplînî.

Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdî de geş dike. Adem Warnas, piştî ezmûneya berhemdariya di tirkî de li zimanê xwe yê dayîkê vegeriya û ji bîr nekir, nameyek ji bo kurê xwe yê nûçêbûyî di dawiya kitêbê de danî: ‘Nameyeke Dilgeşiyê ji Aram re’.

Navê pirtûkêKoronatopia
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel216
Mezinahî13 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786257253246
ISBN9786257253246