Pirtûk Hezkirî

Wekî yek ji hêmanên rêzimana zimên, lêker mijara sereke û girîng e. Di hevokê de, lêker bingeha hevoksaziyê ye. Peyva ku tevger û kirinê di hevokê de nîşan dide lêker e, wisa ye ku bê lêker hevok nayê sazkirin û nivîsîn. Nivîskar Birahîm Xelîl Taş, ji bo ku vê girîngiya lêkeran di Kurdî, zaravayê Kurmancî de jî dupat bike û di vî warî de tevkariyeke girîng li rêzimana Kurmancî bike, di Kêşana Lêkeran de, 74 kêşan li 5251 lêkeran sepandine. Bi vî awayî jî, li ser bingeha bi rist (regular) û bê rist (irregular) mekanîzmaya lêkerên zaravayê Kurmancî nîşan daye.

Navê pirtûkêKÊŞANA LÊKERAN
WeşanxaneLîs
CureBRAHÎM XELÎL TAŞ, DİL ÇALIŞMALARI, DİL-GRAMER DİZİLER / XEBATÊN ZIMAN, Kurdî / Kürtçe, ZIMAN-GRAMER
ISBN9786056211270