Pirtûk Hezkirî
Jineke Mirî li Cihangirê

Jineke Mirî li Cihangirê

Avesta

₺ 270,00

Mirov, her mirov ji ber rabirdûya xwe diêşe, hertim poşman e, dixwaze vegere dema xwe ya berê lê ji ber ku nikare vegere, roja xwe ya îro dike qurban jê re.

NivîskarJana Seyda
Cih (basım yeri)İstanbul
Sal (basım yılı)2021
Rûpel (sayfa sayısı)144
Ebat13 x 19.5 cm
Kaxiz (kâğıt)Enso Creamy, 60 gr.
Berg (cilt)Karton Kapak
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/jineke-miri-li-cihangire
EtîketJana Seyda
KategorîRoman
Bikire

Mirov, her mirov ji ber rabirdûya xwe diêşe, hertim poşman e, dixwaze vegere dema xwe ya berê lê ji ber ku nikare vegere, roja xwe ya îro dike qurban jê re. Mirov xemgîniya xwe li ser du tiştan ava dike; rojên wî yên ku bihurîne û rojên wî yên ku dê werin û bi vî awayî dev ji roja xwe ya îro berdide, dev ji vê kêlîkê berdide; kêlîka ku divê tê de bextewer be an ne bextewer be, mijûl be, şad an xemgîn be.

Rah xwedawendekî Fer’ûnî bû, rojekê ji rojan çavekî xwe winda kir û da ku dîsa çavên xwe bidest bixe herdu kurên xwe şandin ku li çavê wî bigerin. Dema vegera wan gelekî dirêj kir Rah ji xwe re çavekî din dît. Piştî demekê çavê wî yê berê lê vegeriya û dema dît ku cih jê re nemaye, giriya. Dibêjin ku ji hêsrên wî çavî mirov hate afirandin, paşê ew çav ber bi ezmanan ve bilind bûye û ev hîva ku em dibînin ew e.

Ez xwedî şensekî mezin im ku ji şerekî qerase bêyî bîrewerî derketime, bi ezmûneke sifir, weke bebekekê, weke CDyeke vala tu çi bixwazî tu dikarî lê bar bikî, weke hertiştê nû, pak, paqij û biriqandî.

Navê pirtûkêJineke Mirî li Cihangirê
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786257253321
ISBN9786257253321