Pirtûk Hezkirî

“Behişt li qata heftan e û hema ku tu ber bi jêr ve werdigerî, qata heftan a jêrerd te hildigire, ku dojeh bi zikê xwe yê birçî û agirê xwe yê gur ramedîyaye.”

Di berhevoka xwe ya kurteçîrokan a li jêr navê “Jineke Laşqot” de, çîroknivîs Ebas Mûsa me radiguhêze qonaxeke nû ya çîroknivîsya ku kirasê xwedubarekirina nîgeran çirandiye. Kurteçîrokên ku bi parzûna zimanekî kurtebêj û serincrakêş hatine dapalandin; hatine bişaftin li jêr roka bilûleke biwêjî ya nûjen ku dikare gelek derîyokan li ber afirandina atmosfereke nû ya nivîsandina kurteçîrokeke rewan, zimanxweş, hestyar û tijîwate veke.

“Jineke Laşqot”, bi hevokên xwe yên dilrevîn, bi ramanên xwe yên kûr û têrtijî, bi zimanê xwe kubar, ringînîyê ji hestên xwînerê xwe tîne.

Navê pirtûkêJINEKE LAŞQOT
WeşanxaneLîs
CureÇîrok, DÜNYA EDEBİYATI, EBAS MÛSA, Kurdî / Kürtçe, ÖYKÜ DİZİLER / CERVANTES, WÊJEYA CÎHANÊ
ISBN9786059295130