Pirtûk Hezkirî
Humanîst û Şervan - Bîranînên avakar û serokwezîrê pêşî yê Israîlê

Humanîst û Şervan - Bîranînên avakar û serokwezîrê pêşî yê Israîlê

Avesta

₺ 290,00

“Ev ne kitêba ‘yextiyarekî’ ye ku bi nostaljî li paş xwe dinêre. Ben-Gurion dema rojên buhurî tîne bîra xwe, bi vê, dema niha û siberojê jî ronî dike. Gotinên li vir yên şervanekî ne ku di heman demê de pisporê mantiqê, kesekî jîr û fîlozof e jî.

NivîskarDavid Ben-Gurion
WergêrFahriye Adsay
Cih (basım yeri)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (basım yılı)2024
Çap (baskı)1
Rûpel (sayfa sayısı)200
Ebat13.5 x 21.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/humanist-u-servan
EtîketDavid Ben-Gurion, Fahriye Adsay
KategorîJînenîgariî
Bikire

“Ev ne kitêba ‘yextiyarekî’ ye ku bi nostaljî li paş xwe dinêre.
Ben-Gurion dema rojên buhurî tîne bîra xwe, bi vê, dema niha û siberojê jî ronî dike.
Gotinên li vir yên şervanekî ne ku di heman demê de pisporê mantiqê, kesekî jîr û fîlozof e jî. Temenê wî yî dirêj, ne ku fehma wî ko kiriye, ew nerm kiriye, vizyoneke fireh û kûrahiyek dayê ku kesekî bi qasî wî tijî an biaqilmendî nejiyabe nikare bi dest bixe.”
Abraham F. Rad

Zarokê ji getoya Polendê, koçberê bo Filistînê, karkerê erdan û pêşeng, rêxistingerê siyasî, dewletmedar, damezrênerê Hêzên Parastina
Israîlê û yekemîn fermandarê artêşê, kibbutzger, lêkolîner David Ben-Gurion, di heştê salên xwe de gelek jiyan jiyane.
Ji aliyê siyasî yek ji wan kesan e ku şikil dane
dîrokê… Bi hebûna xwe mohra xwe li sedsala bîstemîn xist û, bi vê, jiyana gelek kesan guherî.
Ben-Gurion ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hişmendiya cihûyan seferber kir û bû mîmarê jinûveçêbûna Israîlê, wek yekemîn serokwezîrê wê rêbertiya welatê xwe kir di wan panzdeh salên kritîk de. Herî zêde para wî heye di parastina dewleta nû li dijî êrişên artêşên heft
welatên ereb, şikildayina saziyên birêvebirinê, avakirina pergala perwerdehiyê û gelek saziyên heyatî yên ji bo jiyana neteweyê.
Hewldanên wî pir bibandor bûn di pêşvebirina çandiniyê, avdana derasayî ya axa ziwa ku serbilindiya Israîlê ye û domandina ewlehiya
gelê xwe li dijî neyartiya berdewam a cîranên xwe.
Ji xeynî kirinên xwe, Ben-Gurion temama jiyana xwe tenê ji bo doza Israîlê terxan kir û, bi vê, bû sembola têkoşîna berdewam a dabînkirina warekî neteweyî ji bo gelê cihû.
Thomas R. Bransten

Navê pirtûkêHumanîst û Şervan - Bîranînên avakar û serokwezîrê pêşî yê Israîlê
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786258383690
ISBN9786258383690