Pirtûk Hezkirî
Folklora Kurmanca

Folklora Kurmanca

Emînê Evdal, Heciyê Cindî Avesta

₺ 750,00

“Folklora Kurmanca” ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936an de ji aliyê ‘Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê’ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne.

NivîskarHeciyê Cindî, Emînê Evdal
WergêrTosinê Reşîd
Cih (cihê çapê)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (sala çapê)2008
Çap2
EtîketEmînê Evdal, Heciyê Cindî, Magna Carducia, Tosinê Reşîd
KategorîFolklor
Bikire

“Folklora Kurmanca” ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936an de ji aliyê ‘Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê’ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne. Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin. Piştî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.

Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û Eyşê, Zembîlfiroş, Leyl û Meclûm, Dewrêşê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.

“Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ‘Aha, ev e Qurana me.’”
Şekroyê Xudo Mihoyî

Navê pirtûkêFolklora Kurmanca
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel752
Mezinahî13.5 x 21.5 cm
ISBN9789944382403
ISBN9789944382403