Pirtûk Hezkirî

“Tirsa şeve

Pêngavên hespekê ne

Li ser singa dayîkeka

Zaroya wê

Bi dirêjiya şeve

Ji bilî girî û birçîbûnê

Çi zimanan nizane”

Helbest çalakîyeke hişî, hawar û qêrîneke dilî ye. Hesen Slêvanî, di Ew Xanima Henê de, vê rastîyê bi zimanek rewan, bi hêmayên nû û bi şêwazek cuda raberî me dike. Ew berpirsîyarîya xwe ya hunerî û ya derûnîya takekesane nake qurbana hev. Her du alîyan jî bi taybetiyên wan ên resen, bi kodên li hevhatî yê devoka Behdînanê ji nû ve diafirîne. Ew çiyayên ku tu carî tifing û pêşmerge jê kêm nebûne doza alaya xwe dikin, ew dilê her bi xemginiyê re heval e bangî gula xwe ya hev nedîtî dike, her li lûtkeya helbestên wî ye.

Hesen Silêvanî bi Ew Xanima Henê re berê me dide deriyê vegotinek nû û asoyeke rengîn. Heyv û şev, razên wan berbû û xwezginîyên me, stêrk û ba pasvan û hevrêyên me ne.