Pirtûk Hezkirî
Ew Jin û Mêrê bi Maske

Ew Jin û Mêrê bi Maske

Avesta

₺ 220,00

Suzan Samanci di destpêka salên 90î de dest bi nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên zimanê wan tirkî lê bi naveroka xwe kurd û kurdistanî… Di yekem kitêba xwe ya ku deng dabû “Reçine Kokuyordu Hêlin” de atmosfera salên 90î pir xweş nîşan dida û şahidiyeke baş li dema xwe dikir.

NivîskarSuzan Samanci
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2015
Çap1
EtîketSuzan Samanci
KategorîÇîrok
Bikire

Suzan Samanci di destpêka salên 90î de dest bi nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên zimanê wan tirkî lê bi naveroka xwe kurd û kurdistanî…

Di yekem kitêba xwe ya ku deng dabû “Reçine Kokuyordu Hêlin” de atmosfera salên 90î pir xweş nîşan dida û şahidiyeke baş li dema xwe dikir. Di salên destpêkê yên Avesta de wergera Kurdî ya eynî kitêbê bi navê “Bajarê Mirinê” çap bû.

Sal di ser re derbas bûn, berhemên Samanci zêde bûn, bi zimanê tirkî xwendevanekî wê çêbû lê dil û çavê wê li ser Kurdî bû. Dema ku wergera Kurdî ya çîrokên wê derket, me qerar dabû ku ev a yekem û dawî be, wê jî soz dabû ku ewê rojekê bi Kurdî binivîse. Û va ye ew roj hat.

Em pir kêfxweş in ku berhema nivîskareke kurd ku ziman û kultureke din ji xwe re kiribû wargeh, bi zimanê wê yî malê çap dikin.

Navê pirtûkêEw Jin û Mêrê bi Maske
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel112
Mezinahî13.5 x 19.5 cm
ISBN9786059082105
ISBN9786059082105