Kurdekî Helebçeyî li Îthakayê
Evdo kurd e, li Parîsê penaber e lê hema li welatên dûr û nêzîk digere. Gava li televizyona di asimanê meyxaneyê de behsa têkçûna aborî ya Yewnanistanê dibe, ew dest bi rêwîtiyek dirêj dike. Ew ji Atênayê diçe Sûnion, Salamînas, Mîkênê, Êpîdawros, Patra û dawiya dawîn, di Îthakayê, girava Odîsêos re derdikeve. Di vê rêwîtiyê de, erê pêrgî neh jinên yewnanî û dilrevîn dibe, ew Nazenîna kurd ji bîr nake û hema li serpêhatiya Helebçeyê û li dîroka Kurdistanê dilikume. Di vê romanê de, Fawaz Husên sirûd û fîxana derbideriyê dubare dike, lê ew vê carê lehengê xwe ji Parîs û ji Kurdistanê dibe Yewnanistana kevnare. Bi saya geşt û xeyala xwe ya mestane, Evdo xwe di nav bêhnikên şadiyê de ji bîr dike û dibe xwediyê efsaneyên rengareng û gernameyek seyr û balkêş.

Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê
₺ 220,00
Kurdekî Helebçeyî li Îthakayê Evdo kurd e, li Parîsê penaber e lê hema li welatên dûr û nêzîk digere. Gava li televizyona di asimanê meyxaneyê de behsa têkçûna aborî ya Yewnanistanê dibe, ew dest bi rêwîtiyek dirêj dike.
| Nivîskar | Fawaz Husên |
|---|---|
| Cih (cihê çapê) | Berdan Matbaası, İstanbul |
| Sal (sala çapê) | 2013 |
| Çap | 1 |
| Kaxiz | Enso Creamy, 60 gr. |
| Etîket | Fawaz Husên |
| Kategorî | Roman |