Pirtûk Hezkirî

Dîwan berhemên herî dewlemend û biqîmet in. Nexasim ev dîwana tesewifê ya ku derûnîya însanan dihelîne û dikewîne, nirxê xwe derdixe ser asta herî bilind. Ji işqa heqîqî û mecazî, cezba îlahî û fanî-fîşeyx bigire hetanî adabên nefsbiçûkî û paqijkirina hundirê mirovan di vê kitêbê de derdikevin ber çavên vekirî. Heger yek ji me bixwaze qesîdeyên evîn û işqê baş bişopîne, bila vê dîwanê li ber çavên xwe derbas bike.  Li dû rêçika Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî, tesewifa heqîqî ya rêbaza Neqşebendîyê ji şaxê Xalidîtîyê Şêxê Hezanî mohra herî xurt li ser xwendevanan dihêle. Ji lew re ev bandor ji kelîmeyên beytan bêhna misk û enberê difûrîne nava dilê xwîneran.

Ji tîrêjên germa van helbestan germahîya hundirê însan hênik û rehet dibe. Heger em li xezîneyan bigerin, divê em xwe berdin nava hevokên qesîdeyan, nava gotin û heceyên beytan, heta heta nava mejîyê herf û qafîyeyan, da ku em tehma evîna heqîqî jê bistînin û pê binoşin hetanî û heta ya paşîn…

Navê pirtûkêDÎWAN - ŞÊX EVDILQADIRÊ HEZANÎ
WeşanxaneLîs
CureDİZİLER > KLASÎKÊN KURDÎ, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE KLASİKLER, ŞÊX EVDILQADIRÊ HEZANÎ
ISBN9786059014816