Pirtûk Hezkirî
Dirêj Dibe li Ber Piyê Min Rabirdû

Dirêj Dibe li Ber Piyê Min Rabirdû

Avesta

₺ 200,00

nêriyên nav û nûçikan li hemû deverên dinyayê ro bi ro bi pey min û xwehên min dikevin bi dahfên mêrokî dizilqitînin gewdeya qîzantiya min. simbêlekî reş li ser devê rojhilata navîn her borebora şer e bi ser laşê bîra min î çilspî de xweha min a ku gotina xwe ji tu kesî re nahêle di stûyê xwe re…

NivîskarLeyla Mexso Berazî
Sal (basım yılı)2025
Çap (baskı)1
Rûpel (sayfa sayısı)72
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/direj-dibe-li-ber-piye-min-rabirdu
EtîketLeyla Mexso Berazî
KategorîHelbest
Bikire

nêriyên nav û nûçikan li hemû deverên dinyayê
ro bi ro bi pey min û xwehên min dikevin
bi dahfên mêrokî dizilqitînin gewdeya qîzantiya min.
simbêlekî reş li ser devê rojhilata navîn
her borebora şer e bi ser laşê bîra min î çilspî de
xweha min a ku gotina xwe ji tu kesî re nahêle
di stûyê xwe re dike wî kirasê ji bo wê dirûtine…
dibêje: “min ji bîr neke! wextê dor hate ser min!’’
ji wê xeleka stûr vedibe û kûr dibe derza rûyê min
dema pot û pelatên ji ser kenê xwê dide aliyekî
li ser pişta me herduyan bi xwe dihizire ew deqa kevn

Navê pirtûkêDirêj Dibe li Ber Piyê Min Rabirdû
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786255535283
ISBN9786255535283