Pirtûk Hezkirî
Dilê Kurên Min

Dilê Kurên Min

Avesta

Kitêba şi’ran a Kamiran Alî Bedirxan “Dilê Kurên Min” ku di sala 1932yan de di nav weşanên Hawarê de li Şamê derketibû, piştî 82 salan ji nû ve di nav weşanên Avesta de derket. Li jêr em ji kitêbê şi’ra bi navê “Xebat” çap dikin.

NivîskarKamiran Alî Bedirxan
EtîketKamiran Alî Bedirxan, Kamıran Alî Bedırxan Bütün Eserleri
KategorîUncategorized
Bikire

Kitêba şi’ran a Kamiran Alî Bedirxan “Dilê Kurên Min” ku di sala 1932yan de di nav weşanên Hawarê de li Şamê derketibû, piştî 82 salan ji nû ve di nav weşanên Avesta de derket.

Li jêr em ji kitêbê şi’ra bi navê “Xebat” çap dikin.

Xebat

Kekinon werin xebatê

Sibe bûye roj helat

Bi zanîn û mektebê

Ava dibe ev welat

Werin, werin dibistan

Dergehê xwe vekirî

Werin her rûj zêdetir

Bi zanînê, bikêr î

Werin lawinon mektebê

Mêkteb hêlîna me ye

Bibezin zû, lez werin

Zanîn hevîna me ye.

Roj kaniya ruhnî ye

Mekteb kaniya zanîn

Dê û bavên me hemî

Keç û lawên xwe anîn

Werin, werin mektebê

Hêlîna me dibistan

Bi xwendin û zanînê

Ava dibe Kurdistan.

Navê pirtûkêDilê Kurên Min
WeşanxaneAvesta
ISBN9786055585143
ISBN9786055585143