Pirtûk Hezkirî

Çi xweş bû ew şev, dema ku testêrbi tilîkan dihejmartinû teya di çavênxwe de jibîr dikir.”
“M
a çawa emdê bidin dû şopekê,
Heger lingên me hîn di rêya malê de
Ş
aş dibin.”

Di berhevoka xwe ya bi navê“Dema Ku Bi Pinpinîkan Şa Dibim” de, nivîskar Xoşman Qado me li ser pişta hespê xweşbez ê helbesta bexşanî ya Kurmancîya reşbelek siwar dike û me dibezîne ber bi asoyên helbesta derûnî ve, ku hestên meşka dil û mêjîyê me li wir têne kilandin.

Bi peyvên xweşristî û hevokên xweşhûnayî, nivîskarê me yê ciwan, dîtin û guwahîyên xwe yên der heqê çend salên rabihurî yên tijî keser, bobelat, êş û şademergîyên Rojavayê Kurdistanê de ji xwîneran re raber dike.

Zimanekî ku xwe radestî rewanî û xweşbêjîyê kiriye û xwe berdaye nava dilikê şêwazeke nûjen a ku dikare derîyekî nû li ber afirandina di pexşana Kurdîyê de veke.

Navê pirtûkêDEMA KU BI PINPINÎKAN ŞA DIBIM
WeşanxaneLîs
CureHELBEST, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT, ŞİİR DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ, XOŞMAN QADO
ISBN9786059295093