Pirtûk Hezkirî
Çîn bi Deh Peyvan

Çîn bi Deh Peyvan

Avesta

₺ 300,00

Kitêba Yu Hua “Çîn bi deh peyvan” derket. “Armanca min ew e ku ji wê jiyana rojane dest bi vê gera vegotinê bikim ku em baş pê dizanin û bi vî awayî meseleyê dirêj nekim. Jiyana rojane dibe ku sivik û rutîn xuya bike lê di heman demê gelek bûyerên dewlemend, berfireh û kartêker vedihewîne.

NivîskarYu Hua
WergêrJi ingilîzî: Yusiv Hemed
Cih (basım yeri)İstanbul
Sal (basım yılı)2022
Rûpel (sayfa sayısı)232
Ebat13 x 19.5 cm
Berg (cilt)Karton Kapak
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/cin-bi-deh-peyvan
EtîketJi ingilîzî: Yusiv Hemed, Yu Hua
KategorîCeribandin, Roman
Bikire

Orijinal adı: China in Ten Words

Kitêba Yu Hua “Çîn bi deh peyvan” derket. “Armanca min ew e ku ji wê jiyana rojane dest bi vê gera vegotinê bikim ku em baş pê dizanin û bi vî awayî meseleyê dirêj nekim. Jiyana rojane dibe ku sivik û rutîn xuya bike lê di heman demê gelek bûyerên dewlemend, berfireh û kartêker vedihewîne. Siyaset û dîrok, civak û çand, bîranîn û hestên mirov, daxwaz û razên wan – hemû li wir deng vedidin. Jiyana rojane daristaneke rastîn e her wekî ku qiseyeke çînî dibêje, ‘Daristan li kû kûr bibe, tu dê li wir her celeb çûkan bibînî.’ Armanca min hingê ev e ku ez galgalên bêdawî yên li ser Çînê di nava deh peyvan de bi cih bikim; çavdêrî, tehlîl û notên xwe yên şexsî di nav vegotinekê de bînim cem hev ku bi serbestî li zeman û mekanan bigerin; û dawiyê di nav tevliheviyên civakî û dijberiyên metelhişt ên Çîna hemdem re rêyekê vekim.” Yu Hua di vê berhema xwe de bi deh peyvên wekî “gel, serok, xwendin, nivîsîn, Lu Xun, şoreş, cudahî, ewam, texlîd, xapandin”ê serboriya ecêb a welatê xwe dibêje û bi çavdêrî û tecribeyên xwe yên şexsî nîşan dide bê ka pêncî salên jiyana wî û ya Çînê di qonaxên çawa re derbas bûye. Çîn bi Deh Peyvan bi zimanê niktedan û anektodên balkêş ên yek ji nivîskarên herî navdar û jêhatî yê Çînê me vedixwîne civateke ku hinde jî ne dûrî xwendevanên kurdî ye.

Navê pirtûkêÇîn bi Deh Peyvan
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786052246733
ISBN9786052246733