Pirtûk Hezkirî
Çima Neteweperwerî

Çima Neteweperwerî

Avesta

₺ 280,00

Ji zû ve ye wext hatiye ku em îtibara neteweperweriyê lê vegerînin, ji ber ku: neteweperwerî parçeyek esasî ya modernîte û pêşveçûnê ye; komeke mirovên ji nasnameyên cuda bi ciyekî diyar ê cografî ve girê dide; bi hemana xwe ya terîtoryal girêdanekê çêdike di navbera netewe û dewletê de, li ser…

NivîskarYael Tamir
WergêrFahriye Adsay
Cih (basım yeri)Berdan Matbaası-İstanbul
Sal (basım yılı)2025
Çap (baskı)1
Rûpel (sayfa sayısı)208
Ebat13.5 x 21.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/cima-neteweperweri
EtîketFahriye Adsay, Yael Tamir
KategorîRoman
Bikire

Ji zû ve ye wext hatiye ku em îtibara neteweperweriyê lê vegerînin, ji ber ku: neteweperwerî parçeyek esasî ya modernîte û pêşveçûnê ye; komeke mirovên ji nasnameyên cuda bi ciyekî diyar ê cografî ve girê dide; bi hemana xwe ya terîtoryal girêdanekê çêdike di navbera netewe û dewletê de, li ser herêmeke diyar doza otorîteyeke meşrû dike.

Neteweperwerî di korîdoreke demokratîk û aborî re ketiye nav modernîteyê, loma tenê bersiv nade hewcedariyên dewletê, bersiv dide daxwaza takekesên modern ku bibin xwediyê jiyana xwe; tecrubeyên şexsî û gişteyî dewlemend dike, maneyeke taybet dide kirinên wan, wan dike parçeyek ji zincîreyeke domdar a afirîneriyê.
Netewe-dewletê bi riya koalisyoneke nav-çînî mal û derfetên biqîmet pêşkêşî welatiyan kir; endamên çînên jêrîn kirin parçeyek ji yekeyeke siyasî ya civakî û hevpar û destkeftiyên bêemsal pêşkêşî wan kir: perwerde da wan, zimanekî hevpar ferî wan kir û mafên wan ê siyasî gerantî kir.
Neteweperwerî sedemeke maqûl dabîn dike: pêşî bo meseleya sînoran, dûre bo pênaseya “gel” û dawiya dawî bo meseleyên belavkirinê; welatiyên xwe temîn dike ku ev welatê me ye, axa me ye, nerîtên me ne û ev jî berpirsiyariyên me ne ku em pê rabin; teşwîqkirina peymaneke civakî û koalisyoneke nav-çînî ye û sedemên hêja dide takekesan da ku bi hev re bixebitin ji bo pêşvebirina qenciya hevpar, belavkirineke adiltir a rîsk û derfetan.
Bi halê xwe yê herî xirab, hêzeke wêranker û hilweşîner e; bi halê xwe yê herî baş, yek ji hêzên herî zêde avakar û afirîner e. Ewçax lazim e, em hewl bidin û îstifade bikin ji tecrubeyên neteweyî lê çavê xwe ji rîskên wê re jî negirin.

Navê pirtûkêÇima Neteweperwerî
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786255535399
ISBN9786255535399