Pirtûk Hezkirî
Bîreweriya Laş

Bîreweriya Laş

Avesta

Romana wê ez gêj kirim, ez kêm caran li ber romanekê ji romanan gêj dibim. Sedemê gêjbûna min jî ew e ku teksta min xwend, dişibe min, tu dibêjî weke min dîn e, tevlihev e, êrîker e, hov e, mirovhez e û dilbijok e; her weha weke min li derveyî zagonê ye.

NivîskarEhlam Mîsteğanmî
WergêrJana Seyda
Cih (cihê çapê)Barış Matbaacılık, İstanbul
Sal (sala çapê)2006
Çap1
KaxizEnso Creamy, 60 gr.
EtîketBanê Gerdûn, Ehlam Mîsteğanmî, Jana Seyda
KategorîUncategorized
Bikire

Romana wê ez gêj kirim, ez kêm caran li ber romanekê ji romanan gêj dibim. Sedemê gêjbûna min jî ew e ku teksta min xwend, dişibe min, tu dibêjî weke min dîn e, tevlihev e, êrîker e, hov e, mirovhez e û dilbijok e; her weha weke min li derveyî zagonê ye.

Eger kesekî ji min xwest ku ez vê romanê bi navê xwe îmze bikim, ev romana awarte ya ku bi barana helbestê hatiye şûştin, bê dudilî ez ê îmze bikim. Gelo Ehlam Misteğanmî di romana xwe de ez dinivîsandim bêyî ku bizanibe…Wê jî weke min bi ciwaniyeke bêsînor, bi hêrseke bêsînor û bi dînbûneke bêsînor êrîşî kaxeza spî dikir.

Ev roman helbesteke li ser hemû pêlawazan hatiye nivîsandin, pêlawaza hezkirinê, pêlawaza cins, pêlawaza îdeolojiya û şoreşa Cezaîrê bi hemû têkoşerên wê, sextekarên wê, lehengên wê, qatil û celadên wê, firişteyên wê û şeytanên wê, pêxember û dizên wê. Ev roman ne tenê bîreweriya laş hembêz dike, lê dîroka êşa Cezaîrî, xemgîniya Cezaîrî û berberîtiya Cezaîrî ya ku divê êdî bi dawî bibe…

Nîzar Qebbanî

Navê pirtûkêBîreweriya Laş
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel320
Mezinahî13 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9789758637508
ISBN9789758637508