Pirtûk Hezkirî
Bîranîn - Şam - Bêrût

Bîranîn - Şam - Bêrût

Avesta

Nûredîn Zaza yek ji rewşenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifşa Bedirxaniyan û nifşên nû de. Wekî nivîskar û wergêr xizmeteke mezin ji ziman û edebiyata Kurdî re kiriye.

NivîskarNûredîn Zaza
Cih (cihê çapê)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (sala çapê)2008
Çap1
KaxizEnso Creamy, 60 gr.
EtîketNûredîn Zaza
KategorîJînenîgariî
Bikire

Nûredîn Zaza yek ji rewşenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifşa Bedirxaniyan û nifşên nû de. Wekî nivîskar û wergêr xizmeteke mezin ji ziman û edebiyata Kurdî re kiriye. Ji himdarên sereke yên Komela Xwendekaran û ya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê roleke pêşengî di jiyana siyasî ya gelê kurd de leyîstiye, ji salên 1950 ta 1970an, nexasim li Sûriye û Libnanê, piştevaniya tevgera rizgariya Kurdistana Iraqê kiriye. Ji ber van xebatên welatparêzî ketiye zindanên çend welatên Rojhelata Navîn. Ew piştî 50 saliya xwe diçe li Swîsrê bi cîh dibe, li wir dizewice û di sala 1988an de jî li wir wefat dike. Zaza, serpêhatiyên xwe di ‘Ma vie de kurde’ (Jiyana min a kurd) bi zimanê fransizî nivîsî û ev kitêba nû ji ber destnivîseke wî ya kurmancî ye û cara pêşîn e dikeve çapê. Şahidiyeke girîng e li ser demeke kêm nas a diroka Kurdî ya nêzîk.

Navê pirtûkêBîranîn - Şam - Bêrût
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel152
Mezinahî13 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9789944382441
ISBN9789944382441