Pirtûk Hezkirî
Axiftinek li Gel Arjen Arî li Panosê

Axiftinek li Gel Arjen Arî li Panosê

Avesta

₺ 250,00

Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, rê-şi’reke şa’ir Kawa Nemir a epîk e di nava salan (2012-2019) re zayî ji ava tenîsk a serekaniyên pak î zelal ên Kurdiya Kurmancî, ne ku bi tenê şi’ra rêwîtiyeke du şa’irên ‘eyan î Kurdên Kurmanc e, her wisa jî mişt e ji hurmet û siyaneta şa’irekî bo şa’irekî…

NivîskarKawa Nemir
Cih (basım yeri)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (basım yılı)2025
Çap (baskı)1
Rûpel (sayfa sayısı)112
Ebat13 x 19.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/axiftinek-li-gel-arjen-ari-li-panose
EtîketKawa Nemir
KategorîHelbest
Bikire

Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, rê-şi’reke şa’ir Kawa Nemir a epîk e di nava salan (2012-2019) re zayî ji ava tenîsk a serekaniyên pak î zelal ên Kurdiya Kurmancî, ne ku bi tenê şi’ra rêwîtiyeke du şa’irên ‘eyan î Kurdên Kurmanc e, her wisa jî mişt e ji hurmet û siyaneta şa’irekî bo şa’irekî gewre yê zimanê me yê birîndar î di nava lepên kotik ên xwedî û xwedanên xwe de pinciriye… wekî tê de geh ‘mêjiyekî mêjûyî’ hatiye bi riya hildana nav û qewamên ku ji hêsiyên rêwîtiyekê de bi kêlên tenik ve carê têne xuyanê… wekî tê de ‘bedewiya zimanî’ hatiye bi riya Kur(d)manciya ku xwedanê qelema vê şi’rê (sî û pênc salan li cem xwe) bi nûbarî berevanî jê kiriye û bûye yek ji wan qûçdaneran û tixûbdaneran… wekî tê de hatiye aniye gotiye kurt û bi Kurmancî, “Şa’ir Arjen Arî yek ji wan gewreyên we bû ku we bi destên xwe yên ‘xwe-nemam’ bi saxî çe‘hl kirin”…

Lê belê şa’ir Arjen Arî, li ser navê û bi navê hevrêyên xwe yên xaseşa’irên xwedanxasenezer, dê berdewam bibe bi şi’ra xwe ya xas û bi duristkirina xewna qewmê xwe yê nedar û belengaz.

Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, şi’ra rêwîtiyeke bi salan berê berev Panosa Qerekilîsa Bakurê Kurdistanê – yek jê tevî xweliya Kurdistana xwe ya ‘ezîz bûyî û yek jê jî xweliya bedena wî jî dê venegere Kurdistana ‘ezîz – ya du şa’irên ‘eyan ên Kur(d)manciyê, bi sêwiran û xetkêşana nivîskar û hunermend Şener Ozmenî ve, li ser destê Weşanxaneya Avestayê, êdî tevî kelepora dêrîn a şi’ra Kur(d)manciyê ye!

Navê pirtûkêAxiftinek li Gel Arjen Arî li Panosê
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786258383683
ISBN9786258383683