Pirtûk Hezkirî
Anahîta û Gemîvan - Heft Tekstên Şanoyê

Anahîta û Gemîvan - Heft Tekstên Şanoyê

Avesta

₺ 300,00

Helket Îdrîs ‘Abid, şanoger, derhêner û lîstikvanê ji bajarê Dihokê ku bi salan e bi awayekî çalak li ser sehneyên şanoyê nimayîşan pêk tîne, bi berhema xwe ANAHÎTA Û GEMÎVAN (HEFT TEKSTÊN ŞANOYÊ) li pêşberî xwînerên kurdî ye.

NivîskarHelket Îdrîs ‘Abid
Cih (basım yeri)İstanbul
Sal (basım yılı)2023
Rûpel (sayfa sayısı)240
Ebat13 x 19.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/anahita-u-gemivan
EtîketHelket Îdrîs ‘Abid
KategorîŞano
Bikire

Helket Îdrîs ‘Abid, şanoger, derhêner û lîstikvanê ji bajarê Dihokê ku bi salan e bi awayekî çalak li ser sehneyên şanoyê nimayîşan pêk tîne, bi berhema xwe ANAHÎTA Û GEMÎVAN (HEFT TEKSTÊN ŞANOYÊ) li pêşberî xwînerên kurdî ye. Ev berhem wekî berdewamiya sermiyana pexşana kurdî ya metnên nûjen û nemaze jî ya şanonameyan, dê ji bo mereqdarên qadê bibe berhemeke sûdmend û îlhambexş.

Berhema ji heft şanonameyan pêk tê ku du jê melodrama ne, bi naveroka xwe dibe ayîneya karakterên xwe, jiyana civakî û polîtîk a kurdan. Herweha lêgerîn û hesreta karakteran a ji bo rabirdûyê, rabitaya wan a trawmatîk a ligel sînoran, bandora desthilatdariyê ya li ser layenên cuda yên jiyana civakî, rexneya hizrên paşverû û gelek babetên din bi şêwazeke xweser û têrmîzah a nivîskarî têne wegêran.

Nivîskar hima bêje di temamiya metnan de wêneyekî civakî yê reşbîn, tawan û gunehên takekes û rayedaran bi kirasê realîzmeke efsûnî nîşanî me dide û derwazeyê rexneyê vekirî dihêle bo xwînerên xwe.

Navê pirtûkêAnahîta û Gemîvan - Heft Tekstên Şanoyê
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786258383560
ISBN9786258383560