Pirtûk Hezkirî
Amîdabad

Amîdabad

Avesta

₺ 210,00

“Belê, di wan salên dawîn de, navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî, di bin azmanekî misînî de, me dest bi Koça Mezin kiribû. Di gundên weranbûyî de, bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan, giliyên xwe bi heyva sar dikirin.

NivîskarFawaz Husên
Cih (cihê çapê)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (sala çapê)2017
Çap2
KaxizEnso Creamy, 60 gr.
EtîketFawaz Husên
KategorîÇîrok
Bikire

“Belê, di wan salên dawîn de, navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî, di bin azmanekî misînî de, me dest bi Koça Mezin kiribû. Di gundên weranbûyî de, bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan, giliyên xwe bi heyva sar dikirin. Di Amîdabadê de bi tenê çemek hebû û ew jî ji mêj ve miribû û zikê wî bûbû sergoyê giştî. Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir winda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin, em bi zimanên wan diaxivîn û me ji mhej ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir.

Koça Mezin dabû ser rêya nebedîbûnê. Em bi milyonan bûn, me dikarîbû çiyayên bilind bihejandana, me dikarîbû bi mîza xwe lehî rakira, lê, em bê hiş bûn, me xwe li tixûbên nenas, li çareserkirinên erzan girtibû.”

Navê pirtûkêAmîdabad
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel112
Mezinahî13 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9757112941
ISBN9757112941