Hê jî nehatiye piştrastkirin ka piştî mirinê jiyaneke dîtir heye an na. Lê mirin mîna rastiyeke hişk û birind li benda me ye. Û çawa ku Henri Bergson jî gotiye yekane bûnewerê hay ji vê aqubetê (mirin) heye însan e. Heke em qirdikên (meymûn) beyî sedem dikenin nehesibînin yekane bûnewerê dikene dîsa însan e. Tevî ku yekane bûnewerê hay ji …
Monthly Archives: Sermawêz 2018
Sermawêz, 2018
-
29 Sermawêz
Virr û Derew
Ger te divêtin tu bibî mîr û ser û muteber Kizb û xîlafî mebêj ger te bikin ker bi ker. Ehmedé Xanî Virr û Derew Ji rastgotin û dirustahiyê qenctir û baştir sifet tuneye. Weharenge ji derew û virran pîstir, qirêjtir sifet jî tuneye. Bo vê yekê, mimkine ku mirovê bawermend ê bawerî bi heyîna Xweda anî û bawerî …
-
29 Sermawêz
Di wêjeya kurdan de rola zarokan
Merheba ji we re gelî xwîneran. Em ê îro behsa zarokan bikin. Kurd hem di jînê hem jî di mirinê de rol û cihekî taybet didin zarokan. Gotinên wekî “mala zar tê de tune bin milyaket xwe nadinê” yan jî “dema zarên piçûk dimrin dibin kew (kevok) diçin cinet ê”. Tiştêkî wiha jî heye ku dijî van kirin û gotinan,ew …
-
28 Sermawêz
Şengebîyê
Va ye can bidesta min tê Spîbextê min digel hiltê Dil nema di sîng de hiltê Hawar ji destê evînê Va ye jankuja min hat Ronahî da zinar û lat Jê re dil û can kir xelat Dermanê jana birînê Min dil da dîlbera reşçav Li min sotand dil û hinav Borî li min nekir silav Xema nexe xemrevînê Reşçavan …
-
27 Sermawêz
Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd
Diyar e pirtûkên ku li Swêdê -li Stockholmê – li kurdî hatine wergerandin ji alî xwendevan û hinek wergêrên kurd ve nayê zanîn. Dibe ku haya hinek wergêrên kurd ji wergera van pirtûkên ji edebiyata cîhanê tunebe, loma jî dema pirtûkek werdigerînin her wekî ku cara pêşîn wan ew pirtûk yan jî pirtûkên filan nivîskarê cîhanê wergerandiye kurdî. Li Swêdê …
-
26 Sermawêz
Yekemîn Pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê
Serîlêdanên 1’emîn pêşbirka muzîkê ya ziryabê îro (26’ê Berfanbara 2018’an) destpêkirin û dê heta 5’ê Sibata 2019’an bidomin. Ziryab dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke.
-
26 Sermawêz
Salvegera 110an a Rojnameya Serbestî*
Destpêk Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya kurdan bibe, bêguman divê navê Serbestî û xwedîyê wê Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Dewleta Osmanî û destpêka sedsala 20an e Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ye ku bi xweyîtî û midurmesûliya kurdekî hatîye çepkirin û weşandin. Weşana Serbestîyê dem deman hatibe …
-
25 Sermawêz
Fanzîna “DI PÊŞ” – Li bendê bin..
“DI PÊŞ” fanzîneke bi kurdî ye. Fanzîn, ji peyvên fanatîk(hezker) û magazîn(Kovar) tê. Di malpera xwe de bo armanca xwe gotiye “Armanca fanzîna DI PÊŞ ji alîyê lêkolîn,çand û hunerê ve pêşengîye…” Mijarên fanzînê ziman, çand, huner, dîrok û lêkolînên zanistî ne. Lêkolînên zanîstî yên di cîhanê de jî tên wergerandin. ji ber ku koma DI PÊŞ hêj têr agahî …
-
25 Sermawêz
Eger kuxika we ji 3 hefteyan zêdetir dewam bike
Kes zêde guh nade kuxikê lê di binê wê kuxikê de gelek nexweşînên dinan hene. Doktor dibêjin ku kuxika xwe bi şûrûbên kuxikê, bi antîbiyotîkan an bi tedawiyên li malê derbas nekin. Bi taybetî eger ew kuxik ji 3 hefteyan zêdetir dewam bike. Kuxik nîşana tuberkulozê an ku weremê ye ku di nava xelkê de jê re dibêjin jana zirav. …
-
23 Sermawêz
Mehmet Atli: Rewşa gelê Kurd çewa be, rewşa çand û hunera Kurdî wiha ye
Navenda Çandî û Hunerî Anka li Wanê, xebatên xwe yên hunerî didomîne. Bi pêşengiya Navenda Ankayê, Mehemt Atli, li Wanê konserek lidar xist. Atli ji bo Kurdistan24 boçûnên xwe yên li ser çand û hunera Kurdî ragihand. Beşdarên Konserê jî kêfxweşiya xwe ji lidarxistina konserê ragihandin. Navenda Çand û Hunerî Anka, li Wanê, projeyeke bi hunermendên navdar û pispor re …