Monthly Archives: Cotmeh 2018

Cotmeh, 2018

  • 31 Cotmeh

    Du Pirtûkên Qahir Bateyî

    Min li Wanê nivîskarê kurd Qahir Bateyî dît. Wî du pirtûkên xwe îmze kir û diyariyê min kir. Pirtûka yekem, navê wê ‘Çavxezal’ e û çapa 2’emîn e. Pirtûka din jî, navê wê ‘Perdeyê reş’e. Herdu pirtûk jî di nav weşanên ‘Sîtav‘ de derketine. Navenda weşanên ‘Sîtav’ li bajarê Wanê ye. ‘Çavxezal’ 118 rûpel e û di sala 2013’an de …

  • 31 Cotmeh

    Li Komeleya Nûbiharê Bi Beşdariya Salihê Qubînê Semînera Dengbêjiyê

    Komeleya Nûbiharê bi beşdariya Salihê Qubînê semînera dengbêjiyê li dar dixe. Qisekerê semînerê lêkolîner Maşallah Sönmez e. Semîner roja Yekşemê (04.11.2018) piştê nîvro saet 2:00n de li salona Nûbiharê ya Şaxa Batmanê ye.   Çavkanî: komanubihar.org

  • 31 Cotmeh

    Nameyek ji Xêrxwazekê

    Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra em li xwe varneqilin û neponijin vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em kurdên îro ne. -Ger destkeftî û firsetan winda bikin zûbizû dê em ê negihîjin ti meqsedan, helwesta min û ya miletekî yekgirtin û yekrêzî ye. Bi vê minasebetê  divê ku êdî milet vé daxwaza xwe ya pîroz û di cî de li hêviya siyasetmedaran nehêle. -Milet, xwediyê mafê xwe ye ku hesaban bipirse, …

  • 30 Cotmeh

    Mizgîn Tahir: Divê muzîka kurdî xwe ji gotinan rizgar bike û derbasî harmoniyê bibe

    Hunera muzîkê û bi cureyên xwe ve him rengên şexs û civakê dide der him jî wek ast, qabîliyeta şexs û civakê derdixe pêş. Her wiha rengên muzîkê, potansiyela zimên a bi hunerê jî derdixe holê. Di muzîka kurdî de jî tevî hunera qedîm a dengbêjî û formen klasîk, bi şêweyên cur bi cur hunera muzîkê tê kirin. Yek ji …

  • 30 Cotmeh

    Çîroka Du Gundiyan

    Gundekî piçûk û şîrin. Dema hêjmara gundiyan bênêrî ne gundekî piçûk e. Lê gor malbatên li gund dimînin, bi rastî jî gundekî piçûk e. Pir kes li vî gundî tên serê erdê û hinî jiyanê dibin. Di dû demekê ra ji bo domandina debora malbatâ xwe, mîna hemû gundiyên heremê berên xwe didin xeribiyê, li çar aliyê dinyayê belav dibin. …

  • 29 Cotmeh

    Mehcir Kî Ne û Çima Mehcir Bûne?

    Gundê me mezin bû, xelkên têde col bûn. Erê gundê eşîra Bûbilana bû lê ji gelek eşîr û bavikên din jî, dijiya xwe têde derbas dikirin wek: Omeriya, Mihelmiya, Seyida, Bavfilleha û Mehcira.. Evên dawî (Mehcir), ji kû hatibûn, çi kes bûn, me nizanîbû.. Digotin Mehcirên welatê jorî ne; Hesena û heydera ne, ji Bedlîsê, Wanê, Başqela, Mûşê û Titwanê …

  • 29 Cotmeh

    Rihekî Perdekirî: Romana ‘Perde’

    “Di rihê her mirovî de perdeyek heye, hinek perdeya rihê xwe çîrçîrî dikin, hinek jî di nav perdeya xwe de digevize û dinale…’’ Perdeyeke rihî ye a ku li bedena Gultenê hatiye fesilandin û pêçandin. Roman berê berê di mekanekî dest pê dike, paşê jî mekan tê guherandin. Roman di navbera du mekanan û du bajaran de dibore. Bajarê ewilî …

  • 28 Cotmeh

    Geşta li Gundê Abrê; Gundê bîst û heft goristan!

    Berî dor salekê li ser daxwaza min û Cemîlê Elêwî serokl eşîra Cobira, digel du hevalan çûm gundê Abrê. Gundê Abrê li herêma Aliya, bakurî Çilaxa bi dor 5 km û 50 km bareşî Qamişlo û 40 km rojavayî bajarê Cizîra Botan dikeve. Gundekî mezin û ava ye, dor 150 malî têde heye. Sirûşta gund gelekî xweş e.. Gund li …

  • 27 Cotmeh

    Lêkolînek li ser Kurdên Yarsan wek pirtûk hat belavkirin

    Lêkolîna Shahab Vali “Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)” di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin. Nivîskar û lêkolîner Shahab Vali, di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: “Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li …

  • 26 Cotmeh

    Mûlla Evîndar: Berhevkar û Nivîskar

    (Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) -ji herêma Kurdên Anatoliyê çîrokek mîtolojîk- LAWIKMAR  Çi hebû, çi tunebû. Li wexteke nenas û li warekê Kurdan gundek hebû. Li wî gundê jin û merek hebû, kurikên(zarokên) wan tunebûn, wan pir dixwestin ku ma(bila) bibin xwediyê zarokan. Rokê li ber Xwedê digerin û dibên; „Xwedê! Tu mezin î, tu dizanî em vê zarok in, …