Pirsname – Ersin Tek

Pirsname

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ersin Tek  – Bi alikarî ya M.Samî Çinar 

1. Peyva ku herî jê hez dikî?

Ersin Tek: Ellah û Edalet û Îman û Kurdistan

2. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Ersin Tek: Rustemê Îsko / Min Te Dît Bu, Mem Ararat / Zana û Andok

3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Ersin Tek: Ellah û Jîn û Însan û Îslam

4. Tu ji bo çi dijî?

Ersin Tek: Ji bo ku bizanibim dê çawa bimirim, dijîm. Dibe jî ku ji bo ditîna mirina herî xweş, dijîm.

5. Ji kurdan re ya ewul çi lazim e?

Ersin Tek: Ji Kurdan re Îtîdal û Yekitî lazim e.

6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Ersin Tek: Pêşîyê însan im, paşê Kurd im, paşê jî Misilman im

7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Ersin Tek: Şikandin hêsan e lê selihandina wê ne pêkan e.

8. Egîdê te kî ye?

Ersin Tek: Hemû pêxemberên Xweda û zarokên Kurda

9. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Ersin Tek: Ez dixwazim bajarê Geverê bijîm.

10. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Ersin Tek: Erasmus / Savaşa Karşı, Niccolô Mchiavelli / Komplolar Üzerine

11. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Ersin Tek: Ez naxwazim tu karê ku tê de leşkeri, kuştin û zilm hebe, bikim.

12. Çi te kelecan dike?

Ersin Tek: Her tiştê ku miletê Kurd dixe kelecanê bêxe, min jî dixe kelecanê.

13. Çi kelecana te dişikestîne?

Ersin Tek: Gava ku rastî kesên îdeolojîk, partîzan û nezan têm.

14. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Ersin Tek: Kurd ji bo xelkê canfeda ne, lê bele li hemberî birayên xwe yên Kurd ne baş in, hesûd û xaîn in. Wekî mezinên me digot in: ‘‘Ji xelkê re yar in, ji hev re gur û mar in.’’

15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Ersin Tek: Kurdî

16. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Ersin Tek: Eshebul Kehf (Çêkirina Îranê)

17. Xewna bextewariya te çi ye?

Ersin Tek:Cîhanek bi edalet û Kurdistanek azad

18. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Ersin Tek: Ji bo min her qada jîyanê balkêş e. Çimkî jîyan tiştekî bêhempa ye, her dem digûherît û xwe teze diket.

19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Ersin Tek: Raborî ji bo min tecrübe, poşmanî û ders e.

20. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Ersin Tek: Bila gotin û kirinên min yêk bin.

 

Ersin Tek Kî  ye?

Ez mamostekî Kurd im. Di sala 1982yan de li navçeya Geverê ya Colemergê ji dayik bûm. Xwendina min a Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Geverê derbas bû. Min di sala 2007an de Zanîngeha Stenbolê beşa Fîzîkê qedand. Niha jî beşa Felsefê dixwînim. Min li Geverê 5 salan mamostetî kir. Êdî mamostetîyê nakim. Niha tene bi pirtûk, nivîs û bi şêwirmendiya siyasî re mijûl im. Nivîskarê İlkehaberê me, tene di malpera Îlkehaberê de dinivîsim. Nivîsên min ên ku malper û kovarên din de hatine weşandin jî hene. Nivîsên xwe bi tirkî dinivîsim..

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply